Desteya Mafên Mirovan: Radestkirina Behzad Xusrewî li dijî destûra Îraqê ye

Desteya Mafên Mirovan: Radestkirina Behzad Xusrewî li dijî destûra Îraqê ye

.

A+A-

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê ragihand ku radestkirina penaberekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Îranê li dijî destûra Îraqê ye.

Endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) Behzad Xusrewî 1ê Îlona 2024an radestî Îtlaata Îranê hatibû kirin.

Her wiha Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Hizba Demokrat a Kurdistanê jî ragihandibû ku Asayîşa Silêmaniyê Behzad Xusrewî radestî Îranê kiriye.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê li ser radestkirina Endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kir û got:

"Piştî şopandina me wkî Desteya Serbixwe yaMafê Mirovan û bi taybet Ofîsa Mafê Mirovan a Silêmaniyê derbarê nûçeya radestkirina penaberê Kurd ji Îranê yê bi navê Behzad Xusrawî ji Silêmaniyê ji bo dewleta Îranê, hat dîtin ku hevwelatiyekî xwedî pêdiviyên taybet e û penaberê ku li Silêmaniyê bi cih bûye û ji ber rewşa siyasî ji welatê xwe hatiye Herêma Kurdistanê."

"Vegerandina Behzad Xusrewî li dijî destûrê ye"

Her wiha Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan amade bi aliyê ku penaberê Kurd radestî Îranê kiriye kir û wiha pê de çû:

“Ew penaber piştî ku ji alîyê dezgehên asayişa Silêmanîyê ve hat bangkirin ber bi Îranê ve hatiye şandin.

Ev yek ji her prosedureke îdarî yan qanûnî dûr e û bêyî ku ti biryar û peymanek di vê derbarê de hebe."

Vegerandina vî hevwelatiyî berevajiyê xala 21ê ya destûra Îraqa Federal e.

Li gorî xala 21ê: Divê penaberekî siyasî radestî welatê wî neyê kirin an jî li welatê jê reviyaye neyê vegerandin.

Her wiha li dijî prensîbên mafê penaberiyê û peymanên navneteweyî yên li ser muameleya penaberan e.

Eger vegerandina penaberekî di navbera welatan de hebe, divê di bin çavdêrî û hişyariya civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî, dezgehên herêmî yên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de be û li gorî yasayên cîbicîkar bi rewşên wiha re rûbirû bên kirin."

"Divê wekî mêvan bi penaberan re muamele bikin"

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê xwest ku Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafê jiyanê yê Behzad Xusrewî bikeve tevgerê.

Herwiha desteyê daxwaz kir ku hemû welatiyên ku niha li Herêma Kurdistanê penaber in, wekî mêhvan muamele bi wan re bê kirin û canê wan bê parastin, da ku dûrî yasa û rêkarên din bi wan re neyê kirin.

HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) li ser radestkirina Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kir.

HDK-Îyê di daxuyaniya xwe de got, “Di du hefteyên borî de Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê li Slêmaniyê du caran gazî Behzad Xusrewî kiriye.

Cara duyemîn pîştî cend rojan desteserkirî ma wan ew radesî Îdareya Îtlaata Bajarê Sineyê kir.”

"Piştî şkenceyê hatiye radestkirin"

Behzad Xusrewî di sala 1987an de li Seqizê ji dayîk bûye û ji sala 2014an ve li Silêmaniyê dijîiya û daxwaza mafê penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî hebû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hangawê, Bahzad Xusrewî kesekî astengdar bûye û “piştî şkenceyê” radestî saziyên ewlehiyê yên Îranê hatiye kirin.

1ê Îlona 2024ê Hêzên ewlehiyê yên Sineyê pêwendî bi birayê Behzad Xusrewî yê ku li Seqizê dijî re kir û jê re got ku Behzad li bajarê Sineyê hatiye girtin û dê wê sewqî dadgehê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin