“Dewlet ji bo Mirovan e, ne ku Mirov ji bo Dewletê”
Shahîn Bekir Soreklî
Min va gotina Albert Einstein (1879 -1955), gotina ku “Dewlet ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo dewletê” (Der Staat ist für die Menschen und nicht die Menschen für den Staat) rojekê li ser dîwarekî avahiyeke bajarê Berlênê dîtibû. Gotineke bi wateyeke mezin e. Di nav civateke bi şaristanî û erf û toreyên demokratî de hevwelatî berpirs û birêvebirên dewletê ji bo demekê hildibijêrin û ew berpirs û desthelatdaran 1, li gor qanûnê, destûrê welêt û bendên rêvebiriyê desthelatdariya dewletê dikin; 2, serpereştiya birêveçûna hemî dezgeh û ofîsên welêt dikin û 3, wê bizavê dikin ku ji bo berjewendiya giştî ya hevwelatiyan û baştirkirina jiyana wan karê xwe bikin. Bi gotineke din, wek Einstein dibêje, dewlet ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo dewletê.”
Bêyî guman Einstein dizane ew çi dibêje. Recîma Naziyan ya bi serokiya Hitler, li gel ku gellek xizmet ji bo gelê almanî kirin jî, hevwelatî kirin evdalên dewletê û serokê wê dewletê wek xudayekî li ser wan feriz kir. Di Almanya ya nazî de dewlet bû wek makîneyekê û hevwelatî bûn êzingên birêvebirina wê makîneyê. Ji aliyekî din ve, dewleta nazî kesên cihû, qereçî, komonîst û entellektuelên li dij dewletê ji katagoriya “mirovan” derxistin, û ne tenê ew ji hemî mafan bêpar kirin, lê tunekirina wan bi şêweyên herî hovane kir yek ji amancên xwe.
Di nav salên dîroka nûjen de gellek recîmên stemkar di cîhana me de hatin ser karbidestiyê û hinek rêxistinan serpereştîya xelkê herêmîne xistin dest xwe. Wan jî mirov ji bo dewletê, yan rêxistinê, yan serdestan kirin êzing û di bin stemkarîya wan de mirov bû ji bo dewletê, ne ku dewlet ji bo mirovî. Van dewletan, wek recîma nazî, di bin fermana serokekî de û bi navê gel, tadeyên mezin li hevwelatiyên xwe kirin, ew ji azadîyê bêpar hîştin, bi hezaran ji wan girtin, êşkence kirin û kuştin. Hinek dewletan, li milê din, dîsa bi navê gel, û bi navê berjewendîya neteweyî, şer bi rê xistin û bi deh hezaran, sed hezaran, yan hîn bêhtir ji hevwelatiyên xwe dan kuştin. Hema şerê di navbera recîmên îraqî û îranî de bi bîr bîne, ku dora deh salan domand, bû egera mirin û seqetbûna bêtir ji du milyon kesan û ziyaneke bêhûde gîhand ekonomiya her du welatan. Lê ne tenê dewletan, hin caran rêxistinan jî heman tişt kirin, wek rêxistina Da’ishê bo nimûne, ku ziyaneke bêhûde mezin gîhand mirovan û welatan.
Li hinek welatên ku mirov dikare wan îroj wek welatên bi şaristanî û erf û toreyên demokratî bihesibîne, çiqa kêmasiyên wan hebin û çiqa mirov nikaribe bibêje ew sed ji sedî bo “mirov” in jî, dewlet xwe li hember hevwelatîyê xwe berpirs dibîne. Qe nebe hevwelatîyê bêtawan, ji girtinê, êşkencekirinê, birçîbûnê û mirina li ser rê, parastî ye; lênêrîna tenduristî, perwerdekirin, alîkariya civatî, av û elektrîk ji bo hemî hevwelatîyan hatine misogerkirin. Karbidestên van dewletan bi her awayî wê bizavê dikin ku xwe wek “xizmetkarên” hevwelatîyên xwe îspat bikin û razemendîya wan bi dest xin, çimkî dizanin, bêyî razemendîya hevwelatîyan ew ê di hilbijartinên nû de nehên hilbijartin.
Li welatekî ku tê de dewlet ji bo mirov e, ne ku mirov ji bo dewletê ye, pêdivî bi wê yekê namîne ku mirov hewl bide hemî kêmasî û şermezarîya xwe di paş navê Xwedê, welatekî, rêxistinekê, yan serokekî de veşêre, çimkî mirov xwe bi nerx dibîne, xwe xwedî maf û berpirsî dibîne.
Martin Luther (1483 -1546) ku bi xwe keşe bû û hemî gendelî û nerindîya di nav karbidestî, civat û dewletên dema xwe de didîtin û di heman demê de ji xarbûna rêya karbidestîya olî ya xiristiyanî ji Romayê baş haydar bû, wî jî gotineke bi vê wateyê kiriye ku “Ol ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo olê.” Xwedê pêxember şandin da ku mirovan têxin riya rast, da ku mirov xwe ji rindiyê nêzik bikin û ji nerindiyê bi dûr xin. Û “rêberên bi rûmet yên neteweyan” ew kesan bûne ku dikaribûne neteweyan ji şevreşîyê derînin û bigihînin ronahîyê; adilmendîyê têxin şûna neheqîyê û aramîyê têxin şûna nearamîyê. Lewma ew serdarên olan û neteweyan yên şer bi şerekî germtir dişon, bêaramîyê bi bêaramîyeke kûrtir û firehtir diniximînin û neheqiyê bi neheqîyên bi şêweyeke din diguherin ne serdarên rind in û bi rûmet in.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin