Dewleta xwînrêj, cînayetkar û dagirker Îran li gelek welatên Ewropa hat şermezar kirinê.
.
Roja 15.07.2023an Biboneya 34emîn salvegera roja terorkirina Dr Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr Fazil Resûl û Ebdula Qaderî Ezer wek li gelek paytextên Ewropa, li Koprnhagin a paytexta Danîmarka yê jî meş û xwepêşandanekî girseyî pêkhat.
Girse ji îstasyona Sivanemolen (kîlometre û nîv ji balyozxaneya Îranê dûre) a taxa Osterport heta ber sefareta dewleta Îranê, bi şîarên rûreşkirina dewleta Îranê meşîyan. Li ber sefaretê piştê xwendina srûda neteweyî û rêzgirtinê, peyama komîteya PDKÎ yê bi Kurdî û Farisî hat xwendinê.
Piştî qedandina bernameya ber sefareta dewleta Îranê, xwepêşander ber bi sefareta dewleta Awistirya a li Kopenhagen meşîyan.
Liwê jî şîarên li dijî dewleta Îranê û Awitiraya hatin gotin û heman peyam bi îngilizî hat xwendinê.
Evajî peyama ku di xwepêşandanê de hatîye xwendinê ye
Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 34emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî;
Ev zêdeyî sê dehikan e ku meha Pûşper(Tîrmeh) bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û neteweya Kurd, vebîranîna bûyereke tal û biêş e. Di 22`ê Pûşpera sala 1368an a Rojî(13`ê Tîrmeha sala 1989an) de Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat û hevalê wî yê bi navê Ebdula Qadirî Azer, nûnerê Hizbê li derveyî welat, bi destê terorîstên rejîma terorîst a Komara Îslamiya Îranê li bajarê Viyanayê hatin şehîdkirin.
Îsal di rewşeke taybet de, vê teror û kesayetî û baweriyên Dr. Qasimlo Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat û rêberê xuya yê tekoşîna neteweyî û şoreşgerane yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê bibîr tînin.
Dawiya Xermana sala derbasbûyî, piştî vê ku geşta bi navê Îrşad a rejîma Axûndî li bajarê Tehranê canê Jîna Emînî keça Kurd a ciwan a bajêrê Seqizê jê standin, civaka Îranê pêngav avêt nav qonaxek nû û bê mînak a li hember derkevtin û serhildana li dijî rejîma desthilatdar a Îranê.
Kuştina Jînayê ku berdewamiya bi dehan tewanên din yên bi vî rengî yên bi sebeba dezgehên serkutker yên Komara Îslamiya Îranê bûne, û bûye çexmaqê serhildana xwenîşandan û serhildana girseyî li bajarê Seqiz û bajarên din yên Kurdistanê.
Ev serhildana han ku bi drûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir, gelek zû Tehran û piraniya parêzgeh û herêmên din yên neteweyên din girt. Zêde bûna hejmara van bajar û parêzgehên ku bûn bi meydanên serhildanê, berdewamiya çendîn mehan a vê serhildanê, û beşdariya berfireh a çîn û qatên xelkê û dirûşmên eşkere bona ruxana rejîmê, hebûna jinan di rêza herî pêş a xwenîşandanan û bivêriya van di avêtina hicaba bizorê de, parek ji van îşaretan bûn ku ev serhildana seranserî bi nav û nîşana şoreşeke berfireh wek “Şorşa Jîna”yê bê naskirin.
Şoreşa Jînayê tirsa herî mezin ji hilweşînê xiste nava rêberên Komara Îslamî.
Lewma, civaka rojhilat û bajarên Kurdistanê ku agir pêşxist û yek ji navendên sereke yên berdewamiya vê şoreşê bûn, rastî êrîş û hovîtiya hêzên tepeserker ên rejîmê hatin. Destpêka van êrîşan bi êrîşên mûşekî û balafirên bê pîlot bo ser baregeh û kampên malbatên partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li kûrahiya Herêma Kurdistanê bû.
Çimkî Kurdistan herwha çepera vê ji grtinê nehatiye û tevgera xwe ya neteweyî û şoreşgerî û gelê xwe yê têkoşer hîna li ser piyane û pea di nav çavê Komara Îslamî ya Îranê de ye.
Di sala derbasbûyî de nav û baweriyên Dr. Qasimlo ji her demê zêdetir di qada siyasî ya Kurdistanê de û di navenda bûyeran de şewq da. Kêm caran xwenîşandan, mitîngên kolanan û civînên girseyî yên gelê Kurd hebûne ku dirûşma “Qasimlo, Qasimlo, rêya te berdewam e” nehatone danê û nehatine dubarekirin.
Gotinên wî yên di derbarê daxwazên gelê Kurd û rewabûna têkoşîn û berxwedana wan û nêrîna wî ya li ser serwerî, dijî gelî û dijmirovîtiya rejîma Komara Îslamî, hander û rênîşanderê xelkê serhilday di ibhevre girêdana yekîtiya rêzan û rawestana wan li hember dujminê maf û azadiyên wan de bûye.
Kûr zanîna siyasî, ezmûn, nerîn û dîtingehên Dr. Qasimlo jî di vê heyamê de herwisa rênivîn û alîkariya serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rûbirûbûna li hember bûyerên şoreşa Jînayê de û helwest girtinadi asta van de bûye.
Hizba Demokrat, çi di pêwendîdi gel piştevanîkirin û rênivîsînkirina têkoşîna gelê me li hundir de û çi jî di gotûbêj û hevkarîkirina bi opozisyona Îranê re li derveyî welat, nerînên rast ên vî rêberê jêhatî ji bîr nekiriye û wan kiriye çiraya tekoşîna xwe. 34. Salvegera Şehîdkirina Dr. Qasimlo, em li ser rol û bandora vî rêberê mezin di diyarkirin û arastekirina rêya tekoşîn û berxwedana gelê Kurd li dijî rejîma Komara Îslamî de cih digirin.
Her wiha em ê awirekê li bawerî û têgihîştina wî Rêberî li barê cura sîstema desthilatdariyê ya li gorî paşeroja Îranê bidin. Baweriyek ku ji rastiya erdnîgariya Îranê der tê, û di gel ruhê serdemê û daxwazên şoreşa nû ya neteweyên bindest ên vê erdnîgariyê re guncaw e û dikare di bidestxistina paşerojeke dixwaz bo Îran û Kurdistanê rênivîn û alîkarê me be.
Kurdistan pêşengê li hember derketina li dijî dîktatoriya Komara Îslamî û sertopa bêhnvedana demdirêj di berxwedanî û serî neçeandin bo desthilata vê rejîma azadîkuj bûye.
“Em yekem kes bûn ku rûbirûyî rejîma Xumeynî bûn û em di wê baweriyê de ne ku di paşerojê de emê bibin yên dawî ku rûbirûyê rejîma Xumeynî bibin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêberiya şehîd Dr. Qasimlo, roleke yekalîker di nexapandina xelkê Kurdistanê bi dirûşma di jî empiriya lîstiya vê rejîmê û banga derev a Xumenyî ya li barê birayetiya di navbera ometa Îslamiya Îranê d hebûye.
Boykot û beşdarnebûna piraniya gelê Kurd di referanduma dengdana bo Komara Îslamî, eger ji hêlekê ve avjeniya wî xelkî berevajî rewta avê û bistû girtina mezaxta giran ên vê bû û ji aliyek din ve bi şanazî ve beşdarînebûn bo zalkirina system û desthilateke kevneperewst, dîktaror û dije mirovî bi ser çarenivîsa neteweyên Îranê de; Sîstem û desthilatek ku demên herî tarî û tal nê xwe li ser civaka Îranê de ferz kiriye. Ev hevgirtina gelên Îranê bi serhildana Kurdistanê di heyama şoreşa Jînayê de, rêzgirtina ji pêdagiriya Kurdistanê li ser demokrasî û mafên neteweyên bindest, berevaniya wan ji wekheviya zayendî û redkirina dîktatoriya olî ji roja yekem a rejîma axund de ye;
Pêzanîne di asta hişyariya siyasî ya tevgera neteweyî û şoreşgerî ya Kurdistanê û berdêla giran a ku neteweya Kurd li Îranê di heyama 44 salên derbasbûyî de li tekoşîna dijî vê rejîma dîktator daye. Teror û jidestdana rêberekî mezin wek Dr.Qasimlo beşek ji van qurbaniyan bûye.
Di gel vê ku desthilatdarên Komara Îslamî bi îdamkirin, girtin, kuştin û sepandina atmosfera tepeseriyê, xwe nîşan didin ku Şoreşa Jînayê bi dawî aniye, lê dizanin ku ev rewş demkî ye û rejîma wan li benda volkaneke din a nerazîbûn û hêrsa neteweyên din yên Îranê ye. Gelê Îranê bi pêşengiya şoreşa Kurdistanê û bi rêxistinkirina şoreşa “Jin, Jiyan û Azadî” îradeya xwe ya jinavbirina vê rejîmê îspat kiriye û her ji ber vê yekê jî mijara amadekirina alternatîva Komara Îslamî yek ji mijarên herî girîng ên vê şoreşê ye.
Dersek ku divê gelê me û hêzên siyasî yên welatê me ji dîroka hevdem a Îranê hişyarê vê bin, ew e ku nabe carek din sîstemeke dîktatorî bi sîstema dîktatorî ya din veguherîne.
Partiya Demokrat a Kurdistanê bi taybetî di serdema şoreşa Jînayê de, di handan hêz, alî, kesayetiyên xebatkar û azadîxwaz yên Îranê bo gotûbêj, alîkariya di gel hev du bi mebesta yekrêzî û hevbendî û pêkanîna alternatîva ruxandina Komara Îslamî ya Îranê, bê xem nebûye.
Tevî vê yekê jî, me bi awayekî eşkere û bi israr li ser vê yekê ku em hevbendiyekê dixwazin ku tevî redkirina her sîstemeke dîktatorî, çi îslamî û hem jî şahidê paşeroja Îranê, be jî pirnetewebûna Îranê bipejirîne û mafên wan ên netewî bipejirîne. Em bi kûrahî bi rastbûna vê gotinê bawer in. Şehîd Dr. Qasimlo got: “Bêyî rejîmeke demokratîk, mafên netewî yên gelê Kurd û gelên din ên Îranê nayên dabînkirin û bêyî garantîkirina mafên netewî yên gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê, rejîmek demokratîk nabe.
Em di wê baweriyê de ne ku ti rejîmek li Îranê nikare bibe rejîmeke bi rastî gelêrî, dadmend û demokrat, eger nekare pirsgirêka netewî ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên welatê me ye çareser bike.(2)”
Di demekê de 34emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û rêheval Ebdula Qaderî Azer bi bîr tînin, ku mixabin dosyeya vê terorê girtî ye.
Lihevkirina nehênî ya dewleta wê demê ya Otrîşê û rejîma terorîst a Îranê 34 sal berê li ser terorkirina Dr. Qasimlo hêsankarî û teşwîqkirina rejîmê kir ku terorkirina dijberên xwe li Ewropa û welatên din bidomîne.
Dîroka peywendiyên navbera welatên rojava û Komara Îslamî ya Îranê bi vê yekê tijî ye ku her dema ku dadgeh û navendên siyasî yên welatên rojavayî bi awayekî cidî û bi biryar rûbirûyê kiryar û pîlanên terorîstî yên rejîmê li ser axa xwe bûne, û desthilatdarên Îranê neçar man ku komployên xwe paşde bixin.
Lê, dema ku rojava li hember wan nerm tevgeriya ye, Komara Îslamî bi eşkere dest bi teror û revandinê li derûdora welatên rojavayî kiriye, an jî welatiyên rojavayî li hundirê Îranê dîl girtin. e
Di mehên derbasbûyî de, em bûne şahidê îdamkirina hejmarek ji çalakên siyasî yên Îranê ku ji aliyê rejîma terorîstî ve li derveyî sînoran hatine revandin. Rojava ne tenê bersiva van tawanan nedaye, belkî hejmarek ji dîplomatên terorîst ên rejîmê ku piştî rêkeftinên nehênî ligel Tehranê di dadgehên xwe de bi tawana kiryarên terorîstî hatine mehkûmkirin, paşve şandine.
Daxwaz û hêviyên neteweyên erdnîgariya Îranê ji welatên rojavayî li bara boykotên rejîmê veşartî nin.
Ev hêviyên hanê bi meş û mîtîngên bi dehhezaran kesan li paytextên cîhanê gihandiye raya giştî ya Rojava.
Partiya Demokrat a Kurdistanê her rêkeftin û danûstandinên nehênî yên di navbera welatên rojava û rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê bi armanca paşguhkirina kiryarên terorîstî û bernameya navikî û bêparkirin û tepeserkirina mafên mirovan, bi tundî şermezar dike.
Dayîna bac ji rejîmê re ku rewatiya xwe ji dest daye û ruxandina xwe bi zora tepeserkirineke berfireh dereng xistiye, ne tenê xiyanetek li şoreşa wan a nîştimanî ye, belkî korbûn e li hember destêverdan û gefên wê li ser welatên navçe yê; Ew xwe xapandin e di lihevkirina Komara Îslamî ya Îranê bi Rûsyayê re ji bo dagirkirin û kuştina gelê Ukraynayê; Rejîm meydana serhildan û terorîzma dewletî û paşguhkirina tedbîrên navdewletî dike û di demek nêzîk de dûmana vê siyasetê dê vegere çavên van welatan û hevalbendên wan li navçeyê de.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di 34emîn salvegera terorkirina Dr.Qasimlo û rêheval Ebdulla Qaderî Azerî de, silavên xwe dişîne bo rihê wan ê pak û hemû şehîd û qurbaniyên teror û zordariya Komara Îslamî, bi taybetî şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, azadiyê, û peymanê nû dike ku heta dawî anînî bi temenê vê rejîmê û anîna serkar a rejîmeke demokratîk li Îranê bi awayek micid li tekoşênê berdewam dibe.
Armanca partiya me di rewşa niha de ew e ku şiyanên xwe yên herî zêde ji bo piştevanîkirina şoreşa nû di civaka Kurd û seranserê Îranê de terxan bike. Bi stû girtina vê erka giran û di vê dema pîroz de, hewce ye ku em di pêxema yekrêzî û hevkariya hêz û rêxistinên Kurdistanî û ji bo pêkhatina alternatîveke demokratîk û pirneteweyî ji bo qonaxa piştî Komara Îslamî, hewlên xwe zêdetir bikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Rêveberiyê
15ê Pûşpera 1402an
(6ê Tîrmeha 2023an)
Rûpela Nû/Danîmarka
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin