Dewriyeya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê li Minbicê dest pê kir
Artêşên Tirkiye û Amerîkayê di çarçoveya nexşerêya Minbicê de dest bi encamdana çalakiyên hevbeş li Minbicê kirin.
A+A-
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku îro leşkerên Tirkiye û Amerîkayê li bajarê Minbicê dest bi encamdana dewriyeyên hevbeş kirine.
Hulusi Akar got: “Di çarçoveya nexşerêya Minbicê de, rahênan û perwerdeya hevbeş a yekeyên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê roja 25ê Cotmehê bi dawî bû. Li gor stratejiya rêkeftina navbera me û li gor soza ku Amerîka ji me re daye, divê YPG/PYD/PKK derkeve û desthilata herêmê jî radestî xelkê resen ê Minbicê were kirin. Tevî wan sozên ku hatine dayîn, YPG/PYD/PKK li Minbicê weke Efrînê dest bi kolandina xendeq û çalan kirine.”
Akar dibêje ku Tirkiye li ser berdewamkirina operasyonan li herêmên bin destê YPGê, rijd e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin