Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ofîsa xwe li Efrînê vekir
.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi fermî ofîsa xwe li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê vekir.
Piştî gelek hewldanan û bi armanca alîkariya mexdûrên erdhejê bike, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi fermî ofîsa xwe li Efrînê vekir.
Di vîdyoyekê de ku bo Rûdawê hatiye şandin, tê xuyakirin ku ala dezgehê li ser avahiya ofîsa wê li Efrînê tê bilindkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandiye, ku wan ofîsa xwe li Efrînê vekiriye û di storiyekê de vîdyoya bilindkirina ala dezgehê li ser avahiya ofîsa wê ya li Efrînê hatiye weşandin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihandiye, li herêma Efrînê dê di pêşkêşkirina alîkariyan bo xelkê herêmên erdhejê de berdewam bibe.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed di 11ê Sibatê de ji Rûdawê re ragihandibû, kesên ku rêveberiya Efrînê di destê wan de ne, soz dane wan ku dê rê bidin ofîseke Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê were vekirin û gotibû, “Vekirina ofîsekê li vir dê ji bo gihiştina alîkariyan gelek bi sûd be. Rêxistinên navneteweyî ragihandin ku ew amade ne bi rêya me alîkariyê bikin. Vekirina ofîsê jî dê vê mijarê hêsan bike.”
Ji roja 11ê vê mehê ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 4 karwanên alîkariyên mirovî derbasî bajarên Efrîn û Cindirêsê kirine û li ser xelkê belav kirine.
Ji wan 4 karwanan, 3 karwan alîkariyên xwarin, çadir, betanî û kinc bûn, karwana din jî ji 5 ambulans û tîmeke pizîşkî û dermanan pêk hatibû.
Roja 6ê Sibatê erdhejeke mezin herêma Efrînê û bi taybet navçeya Cindirêsê hejand û zirareke mezin a canî û maddî gihand herêmê.
Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di encama erdhejê de li wê navçeyê 1012 kesan jiyana xwe ji dest dane, 278 avahî bi tevahî herrifîne û zirar gihîştiye zêdetir ji 1100 avahî û malên xelkê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin