Di 111 Salîya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

Di 111 Salîya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

Lawo! Kengî min hatîye li derîyên hepsên we xistine, min gotîye mala min tune ye, cih bidine min..? Hun tên min digirin û davêjin hepsê û di ser de jî mala min xerab bibe! Bela mala we xerab bibe!

A+A-

 

Konê Reş
 

Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûrîyê de, şîyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawê hikûmetên Erebî li Sûrîyê nedihatin, vêca dest bi şerê Kurdan kirin, nemaze ew kesên ku Al-Partî damezirandinbûn û yên ku endamên wê bûn. Hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de Apo Osman Sebrî û hevalên xwe bû.
Evin, ew çend carên ku Apo Osman Sebrî di gel hevalên xwe, ji rex hikûmetê ve hatine girtin:
1 - Roja 15/08/1960î, di vê rojê de Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên Partî hatine girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Şamê mane ta roja 02/02/ 1962an.
2 - Di sala 1963an de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû Libnanê û çend heyvan li wir maye.
3 - Di roja 21/05/1964an de careke din ew û kurê xwe Hoşeng li Helebê hatine girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de mane ta bi dawîya sala 1965an.
4 - Di dawîya sala 1965an de, nû ji zinadanê derketibû, lê careke din li Dêra Zorê hatîye girtin û çend heyvan li zindana wê jî maye.
5 - Di sala 1967an de dema ji zindanê derketîye hikûmetê ew surgûnî bajarê/ Siwêda/ kirine. Ew bajarê ku li başûrê Sûrîyê dikeve û pirranîya xelkên wê Durzî ne.
6 - Di sala 1969an de, dadegeha dewletê biryar daye ku Osman Sebrî bi du salan zindan bike..
Lê wî xwe ji Sûrîyê daye alî û di Tirkîyê re derketîye.. Li Tirkîyê dûm nekirîye, piştî du heyvan zîvirîye Sûrîyê, çend heyvan veşartî maye û dawî hatîye girtin û di zindana /Qellhe/ de li Şamê maye ta sala 1970an. Di vê girtinê de du avûkatan xwestine di dadgehê de bervedêrîya wî bikin, lê ew bi wê bervedêrîya wan razî nebûye.. Piştî ku hikmê xwe qedandîye û derketîye li mala xwe a li Şama Şerîf, taxa Kurdan rûniştîye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye..
Û wiha Apo Osman Sebrî 18 caran hatîye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkîyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûrîyê û çendîn car jî li Sûrîyê hatîye surgûn kirin..
Li ser girtin û zindankirnên xwe wiha bersiva nivîskar Firat Cewerî di kovara Hêvî, hejmara 7an, payîza 1990î de daye:
(Em di bin destên xelkê de bûn. Gava ku merivek 52 salî be û 18 caran têkeve hepsê, dê çi têde bimîne? Ez 18 caran ketime hepsê.. Carekê hakimekî Ereb ji min re got: (Ev cara çendan e ku tu dikevî hepsê?) Min got: ev cara min ya 17an e. Hingê ez tenê 17 caran hatibûm girtin. Hakimê ereb got: (Xwedê mala te xera bike..). Min got, bela Xwedê mala we xerab bike. Lawo! Kengî min hatîye li derîyên hepsên we xistine, min gotîye mala min tune ye, cih bidine min..? Hun tên min digirin û davêjin hepsê û di ser de jî mala min xerab bibe! Bela mala we xerab bibe! Gava ku min ev gotin kirin mêrik kenîya...)

Ev nivîs 01.04.2016an hatîye nivîsandin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin