Di 40 rojiya kuşltina Mahsa Emînî de li Tehranê protesto dewam dikin
.
Mahsa (Jîna) Emînî ku di 16 ê êlûnê de ji aliyê polîsê Tehran a Îranê de hatibû kuştin, di 40 rojiya kuştina wê de li Tehranê protestoyên li dijî rejîmê dewam kirin. Hêzên asayîşê tedbîrên tund li hemberê çalakvanan sitendin. Li Cadda mezin ya Tehranê li Welîesrê bi sedan kes civiyan, li hemberê rejîmê sloganan qêriyan û ji Meydana Cîhadê çûn Caddeya Buhiştî.
Di meşê de gelek caran polîs bi bombeyên rondikbaranê mudaxeleyê çalakvanan kirin. Xwepêşandêr piştî gihan Cadda Buhiştî, hinek ji wan ber bi kolana Şerîatî û hinek ji wan ber bi Meydana Welîesr de çûn. Polîsên li motorsîkletan siwar, mudaxeleyê çalakvanan kirin lê çalakvan diketin nav kolanan û car din li caddeyan digihîştin hev.
Li Meydana Welîesr, Parka Danişcû, li cadda Keşawerzê û meydana Înqîlabê di nav polîs û çalakvanan de gengeşe çêbûn.
Yekîtiya Rêxistinên Îslamî yên Xwendevanan di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku hêzên çekdar yên Îranê ketine zankoya Tehranê beşa Perwerda Bedenê, fişekên plastîk bikaranîne û raste rast fişekan bera xwendevanan dane. Yekîtî ragihandiye ku cîgirê rektorê zankoya Allame Tebatebai, xwendevana bi heyeta dîplînê tehdîd kiriye.
Xwepêşandanên li Kurdistanê bi serê xwe taybet bûn û bi deh hezarî kes, bi taybetî li bajarê Seqizê di nav çalakiyên 40 roja kuştina Jîna Emînî de bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin