Di baweriya Êzdiyatiyê de wateya biratiyê
Di baweriya Êzdiyatiyê de wateya biratiyê
„Bi destûrî navê Xwedê !
Sebeqeyên ji qewlê Hesedê al-Tewrî, ji bo me keremdiken, rondiken û dibêjen;
Bê bext nebe bi hevalê xwe re
Wê bibe tarîx ji hayeta te re
Dinya dore û wê bê ji te re
Her wusa :
Birayekê bi bext û ê bi bawir
Gava ket tengavî yê,
Ye fer û ferz e, em wî birayî ji dest bernedin
Belê birayê bi nav hebe
Dilî xirab , enyete pîs
Ye fer e û ferz e
Zû bizû, em xwe ji wîdurkin
Têkiliya wî qet û qet nebin
Heke birayekî te ji muqbil e
û bi te ra sotî dile,
li ser cewaba te ye ewil e
heke ew desta ji te bihêle,
tû desta jê ne hêle.
Lê heke birayekî te ne ji muqbil e
û bi te ra ne sotî dile,
ne li ser cewaba te ye ewil e
heke ew desta ji te ne hêle,
Tû desta jê bihêl e
Ew birayê ji te dixot e
Li gel neke çû mamleta
Ew bi kêrnayê qet û qet e
Ew birayê ney bi te re
Tîreke , bêy per e
Bavêje û pey me re
Ew birayê ney guhdar e
Heke havîn e, heke bihar e
Ew ji kênarê başkave yî sar e
Ew birayê ney guhdaştî,
Darek di destî de ney aştî,
Her bi xwe qaley û bi xwe qaştî.
Me birayek divê li gel xwe rakin,
Sadiqê bi xwe ra tebakin,
Xemê bi xwere xemakin,
Heyî û neyî vêkȓa pakin.
Di vî qewlî de îşaretî pê nade ku, birayê şîrî bit, birayê cînarê te be, birayê her ayînekî terbiyelîbit.
Mûhîm, biraye .
Di hemû qewil û beytê Êzdiyatiyê de, ron , eşkere dike û dibêje, binî Ademo (ango ji bo hemû beşeriyetê) an gelî bira. Êzdiyatî rêz û qedir dide hemû însaniyetê . Hemû bawerî, diyaneta û însaniyetê ji hev ra dike bira.
Lewma jî sebqeyek ekîtdike û dibêje:
Ev dinya , dinyayeke pir rengîne.
Ye tijiye ji hemû qewm, mehseb û dîne
Her kesek bi zar û zimanê xwe Xwedê di hebîn e
Ev dinya dinyayeke bi hêz e
Ye tijiye ji qewm, milet û rêz e
Her kesek bi zar û zimanê xwe Xwedê diperêz e
Û tamam Xwedê ye“*
Nivîskar Kemal Tolan, ev ji ber „axaftina rêzdar xilmetkar Şero Birahîm“* nivîsandiye.
*26.11.2024 https://www.facebook.com/100018146965641/videos/551156680883838
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin