Di burokrasîya Dewleta Osmanî de kî hebûn?
Osman AYDIN nivîsî
Osman AYDIN
Wergera ji tirkî: Haluk Öztürk
Wek min berê jî bi wesîleyên cuda çend caran li ser tehcîrkirina (sirgûnkirina) ermenîyan nivîsîbû; biryara”tehcîrê” biryareke sîyasî ye û dewletê ev biryar bicîanîye
Di nav wê mekanîzma biryar stendinê de kurd tunene
Hin kes bi bêbextî û derewan dixwazin wisa nîşan bidin ku di nav mekanîzma dewletê de gelek kurd hebûne
Bi vî awayî dixwazin bêjin ku destê kurdan di vê biryara sîyasî de heye
Wextê ku biryara ”tehcîrê” hatîye stendin, di nav burokrasîya bilind ya serwerîya Osmanî de, kurd tunene
Kesên ku di rêvebirîya Osmanîyan de, di burokrasîya bilind de cî hildane, bêtirî wan ji gelên Tirk, Arnavût, Ereb, Ermenî, Çerkez û yên mayin in
Di serwerîya Osmanî de cîhekî girîng ê ermenîyan hebû
Li gor qeydên sicîlê hejmara ermenîyên di nav serwerîya Osmanîyan de weha ye:
22 Nazır (wezîr)
33 Milletvekili (Parlamenter)
29 Paşa
7 Sefîr
11 Serek konsolos
11 Dersdarên Darülfünun (Universite)
41 Karmendên dereca yekemîn yên dewletê
1 Endamê dadî ”Meclis-i Valayı Ahkâm (Sazîya herî bilind, hukumet û dadgeha herî bilind pêkve)
Ya here giring dema di sala 1915a de biryara ”tehcîr” hate stendin, di ”Osmanlı Meclis-i Mebusanı” (Parlamenta Osmanî) de 15 parlamenterên ermenî hene:
1 – Agop Hırlakyan (Maraş)
2 – Artin Boşgezenyan (Heleb)
3- İhsan Onnik (İzmir)
4 – Bedros Hallacyan (İstanbul)
5 – Kirkor Zohrap (İstanbul)
6 – Minas Çeraz (Erzurum)
7- Varkes Sengülyan (Erzurum)
8 – Osep Medetyan (Erzurum)
9 – Kegan Der Garabetyan (Muş)
10 -Karabet Tomayan (Kayseri)
11 – Dikran Barsamyan (Sivas)
12 -Vahan Papazyan (Van)
13 – Varamyan (Van)
14 – Stepan Çirakçîyan (Ergani)
15 -Matyos Nalbantyan
Li gor qeydên Meclis-i Mebusan, parlamenterê Wanê Varamyan di dema serhildana Wanê de (1915) li nêzîkî Bitlîsê ”telef” bûye
Varhan Papazyan jî li Muşê tevî çeteyan bûye û ”maqtûl ketîye” (yanî bûye qurbanî)
Parlamenterên din di dema biryar stendina ”tehcîrê” de li parlamentoyê (meclîs) hazir bûn
Gelo di mekanîzma îdarî de hebûna ermenîyan ku xwedî gotin û biryar bûn, meriv çawa dikare şirove bike?
Riataza
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin