Di bûyer û kiryaran de….
Di salên 1960an de heta sala 2000an jî, dema bûyerek diqewimî û kiryarek pêk dihat,herkes li bendê bûn, bê ka rîhspî, serok û partiyên me dê çibêjin.
Niha jî herkes ango piraniya siyasetmedarên wê demê bûne, lêkolîner, nûçevan, partî û serok. Di pêkhatina bûyeran de bê ku bifikirin, bihizirin, lêkolînan bikin da ku ew rasteyana, hema ya xwedi bêjin.
Nafikirin û napîvin ku divê mirov li hember bûyeran çawa tevbigere û wê çawa li qelemê bide. Dema herkes bû bin serok, rêvebir wê rewş jî ev be.
Êdî di qewimandina bûyeran de, em nedaxuyanî an jî agahdariyên partiyan, bêtir yên şexsan ku ew jî berê siyasetmedarbûn, endam û rêvebirên hin partîyan bûn, dixwînin û dibihîzin.
Van kesana li civatê weha kirine ku êdî mirov nema ji tiştan ji bûyerên pêk tên bawer bike.Ji ber ku her hinek wê bi awayekê didin û talî piranî ne rast derdikevin.
Ji ber ku wan camêrana herkes ji ber xwe, bê ku lêkolîn bikin û bizanibin ew bûyer rast e an ne, hema yek ser kirasekî lêdikin û pêşkêşî civatê dikin.
Bi vê jî didin zanîn ku ew ji civatê zîrektir in. Ew ji civatê pêşdetirin ku hema bûyerên dibin, yek ser dixwazin berî herkesan binivîsînin da ku bêje, ”Biner ezim yên berî herkesan bûyeran dişîpîne”.
Lê nizane û nabîne bê çiqasî xerabiyan bi civatê dikin. Nikarin bibînin ku bi van tevgerên xwe ew hêdî hêdî pêşî li rastiyê digirin, rêya derew û nerastiyê jî vedikin.
Herweha Gelek ji van canik û camêran ketine rewşeke weha ku hema serê wan jî bi êşe dibêjin başûrê Kurdistanê ha başûr û başûr.
Pira niha van camêr û canikan bûne posporê başûrê kurdistanê, xwe tevlî hertiştekî wan dikin. Carna rexne carnan jî ji rexnan zêdetir başûrê kurdistanê gunehbar dikin.
Lê em dibînin piraniya van jî bi kêmanî du sêrêxistin guherîne û talî li mala xwerûniştine û tim doza rêxistineke nû dikin.
Ya me re pê di êşeke eve ku van canik û camêran, ne endamên tu partî û rêxistinan e. Alîkariya partî û rêxistinên heyî jî nakin. Bakurê kurdistanê niha ketiye çi rewşê vê jî nabînin, ha derdê wan tenhabûye başûrê kurdistanê û rexne kirina wir.
Gotina min ji kesên me yên weha re ev e. Ka carekê li xwe vegerin û xwe tevlî karê başûrê kurdistanê nekin. Derdê we divê bibe bakurê kurdistanê.
Ji bona em, hûn bikaribin bibin xwedî helwest û gotin divê em berê xwe bi rêk û pêk bikin, xwe bi rêxistinî bikin. Partiyên niha hene ji wan yekê xurt bikin da ku bikaribe bibe xwedî gotin.
Ev nayê bîra wan Ango xwe jibîr kirine bi karê birayên xwe ve rabûne. Nakevin nava partiyên heyî lê her dixwazin li ewropa însiyatîfan damezrînin.
Dîsa jibîr dikin ku hemî karên li ewropa hatine ceribandin lê bi ser neketiye. Serketin ew e ku divê em berê xwe bidin nava gelê xwe, li welatê xwe partî û tevgerê xurt bikin,
Heta ku tevger li welêt ango li kurdistanê xurt nebe, em li ewropa çibikin jî em ê bi serne kevin. Serketina karê li ewropa girêdayî xurt kirina hêz, partî an tevgerên avakirina welat e.
Loma rica min ji wan xuşk û birana ewe ku dev ji van helwestên xwe yên ne di berjewendiya gel de ne, berdin. Ne xwe êdî tevlî karê başûrê kurdistanê bikin û ha wan rexne bikin. Ne jî însiyatifan damezrînin. Hûn xwe bi vê diêşînin û hûnê bi serne kevin.
Bizanibin û fêm bikin başûrê kurdistanê êdî dewlet e, ew karê xwe ji me baştir dizanin û bi vê zanabûnê welatê xwe bi rêve dibin.
Divê siyasetmedarên bakurê kurdistanê li xwe vegerin, berê xwe, partiyên xwe, xurt bikin da ku bikaribin bi siyaseta ji bona azadiya kurdistanê ve rabin.