
Di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûrîyê hatine kuştin.
Di 24 demjimêran de, 24 serbazên rejîma Sûrîye û 80 çekdar hatine kuştin
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûrîyê belav kirîye, ku ji encama şerên li her yek ji Idlib, Hema û Helebê di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûrîyê hatine kuştin û zêdetirî 20 serbazan jî, birîndar bûn e.
Serokê wê Navendê eşkere kirîye, ku artêşa Sûrîyê êrîşên grûpên tundrewan rawestandin e û 80 çekdar jî, kuştin e.
Di çend rojên derbasbûyî de, rejîmê ji bo kontrolkirina deverên di destê grûpên çekdar de, êrîşên xwe berfereh kirin e û bi alîkarîya firokeyên Rûsyayê jî, êrîşên xwe biser grûpên çekdar tund kirin e.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin