“Di dema qedexeya derketina derve de 97 zarok mirine”

“Di dema qedexeya derketina derve de 97 zarok mirine”

Mehmet Onur Yilmaz, Rêveberê Rêxistina Efûyê dîyar kirîye ku di dema qedexeya derketina derve de 97 zarok mirine lê doz li ti kesî nehatîye vekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Komeleya Înîsîyatîfa Mafan li Enqereyê ji bo Roja Mafên Mirovan a Cîhanî, panelek bi navê “Zorak Mafdar in” pêk anîye.

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Şaxê Enqereyê Sevîn Koçak û Koordînatorê Programa Perwerdeya Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Şaxê Tirkîyeyê Mehmet Onur Yilmaz di panelê de axivî ne. Mehmet Arif Koçer, Serokê Giştî yê Komeleya Înîsîyatîfa Mafan jî moderatorîya panelê kirîye.

Mehmet Onur Yilmazî gotîye ku di dema qedexeya derketina derve de li bajarên kurdan 97 zarok mirine û ji ber van mirinan doz li ti kesî nehatîye vekirin.

Yilmaz: 97 zarok mirin

Yilmaz wiha axivîye:

“Li ber çavên me zarok her komîk û şîrîn in lê ew li her derê jîyanê ne û zarok vê jîyanê dijîn.

“Dema tiştek tê serê mezinan, ji zarokan hêsantir dikarin hesaban bipirsin. Lewre civak dibêje ‘carekê hate serê wê’ û ser bûyerê digire.

“Di dema dorpêçan de em dibînin ku 97 zarok mirine lê doz li ti kesî nehatîye vekirin.

“400 hezar zarokên kêmendam ên penaber hene ku ti alîkarî bi wan nayê kirin. Li Tirkîyeyê hin zarok hene ku ti cihên wan di nava jîyanê de nîne, weke zarokên me.

“Mafparêzên mafên jinan hene, mafparêzên mafên LGBTÎyan hene lê mixabin mafparêzên zarokan nîne.”

Koçak: 21 hezar zarokên ducanî hene

Sevîn Koçak, endama Komîsyona Mafên Zarokan a İHDyê, Şaxa Enqereyê jî dîyar kirîye ku li girtîgehan zêdetirî 3 hezar zarok tên girtin û li gorî daneyên fermî 21 hezar zarokên ducanî hene.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê, Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin