Di dema serkuta xelkê de hejmarek efserên Îranê hatine kuştin
.
A+A-
Li nav xwenîşandana seranserî li Îran û Kurdistanê, çendîn efserên piledar yên rejîmê hatine kuştin
Roja Sêşemî 24ê Xezelwera 1401an a Rojî, di dema xwenîşandana seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê çendîn hêzên rejîmê di dema serkutkirina xelkê de hatine kuştin.
Li bajarê Kamêranê terorîstê rejîmê yê bi navê “Riza Azerbar” û piledarê Spaha Pasdaran a terorîst hate kuştin.
Li bajarê Bokanê jî piledarê rejîmê yê bi navê “Riza Elmasî” bi destê serhildêran hate kuştin û navbirî bi pileya “Sertîb duyem” bû.
Li bajarê Şîrazê jî besîcek Spaha Pasdaran a terorîst yê bi navê “Mihemed Mevîdî” hate kuştin.
Tê zanîn ku ew besîcê Spahê tektîravêj bûye û gelek xelkê serhildêr bi çeka tektîra wî bûne bi armanc.
Çavkanî: Kurdistan Media
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin