Di derbarê Buldan û 3 parlamenterên din de fezleke hate amadekirin
Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û sê parlamenterên din ên HDPê de fezleke hat amadekirin.
A+A-
Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDPê yê Amedê İmam Taşçıer, Parlamenterê HDPê yê Dêrsimê Alican Önlü û Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Berdan Öztürkî de bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê kirine” fezleke amade kir.
Hate gotin fezlekeyên di derheqê parvekirinên li ser medyaya civakî û axaftina parlamenterên HDPyî de, ji Wezareta Dadî re hatine şandin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin