Di derbarê ceribandina mûşekên S-400an Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê
.
A+A-
Di derbarê ceribandina mûşekên S-400 yên Tirkiye ji Rûsya stendibû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rene Clarke Cooper, hişyarî da Tirkiyê.
Li Washingtonê Cooper ji rojnamevanan re diyar kir, Tirkiye heterên li ser karanîna S-400an didomîne û da zanîn ev xeterek mezin e.
Cooper destnîşan kir: ‘‘Bila S-400 werin dûrxistin, neyên karanîn, nekevin sîstemê û nebin operasyonel.’’
Herwiha Cooper da zanîn, dixwazin Tirkiye li xeta rojava bimîne û ew ne tenê bo Amerîka bo NATO jî girîng e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin