Di Derheqê Serokê PAKê Mustafa Özçelik û Rêvebirê PAKê Hanifi Turan de Doz Hate Vekirin
Li ser daxwaza Dozgerê Cumhûriyetê yê Wanê di derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Komîteya Birevebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan de, ji Qanûna li Dijî Terorê ya bi hêjmara 3713yan tê binavkirin doz hate vekirin.
A+A-
Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birevebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan di roja 17.12.2017an de li Wanê di Konferansekê de axivîbûn. Ji ber van axaftina wan Mustafa Özçelik, li Emniyeta Stenbolê, Hanifî Tûran jî li Emniyeta Diyarbekirê îfade dabûn. Piştî van îfadedayinan, niha jî di derbarê wan de doz hatiye vekirin.
Daniştina yekemîn ya Mehkemeyê di roja 11.06.2018an de dê li Stenbolê dar bikeve.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin