Di dîlanên gelêrî de tîma Amedê li Tirkiyê bû yekemîn

Di dîlanên gelêrî de tîma Amedê li Tirkiyê bû yekemîn

.

A+A-

Di fînala dîlanên gelêrî de ku li bajarê Kutahya yê Tirkiyê hat lidarxistin, tîmên ji bajarên Bakurê Kurdistanê her sê pileyên yekem heta sêyem bidestxistin, tîma Amedê bû yekem, tîma Dîlokê bû duyem û tîma Agiriyê jî bû sêyemîn.

Bi hevkariya Federasyona Dîlanên Gelêrî ya Tirkiyê (THOF) û Şaredariya Kutahyayê şampiyoniya dîlanên gelêrî hat lidarxistin û ji parêzgehên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 14 klûb beşdarî şampiyoniyê bûn.

Şampiyoniya dîlanên gerlêrî li Salona Sporê ya Nû ya Kutahyayê hat lidarxistin.

Klûb di kategoriyên "kevneşopî bêpergal" û "bi tertîbkirina kevneşopî" de pêşbazî kirin.

Di pêşbirkê de Kuluba Ciwanan û Sporê ya Lîseya Ziya Gokalp a Amedê bû yekemîn, Koma Dansên Gelêrî ya Dîlokê bû duyemîn û Kuluba Hunerê ya Karakose ya Agiriyê jî di beşa şaxa bêpergal de bû sêyemîn.

Di beşa organîze de Kuluba Werzişê ya Ciwanan a Çand û Hunerê ya Egezade ya Îzmîrê pileya yekem, Kuluba Sporê ya Ciwanan a Dore ya Qersê di rêza duyemîn de û Kuluba Ciwanan û Sporê ya Folklorê ya Kocaeliyê bû sêyemîn.

Mamosteyê govenda gelerî Mazlûm Suna ji medyaya Tirkiyê re diyar kiriye ku piştî wê serkeftinê û kûpaya ku bidestxistine, ew gelek bi kelecan e û gotiye: “Em weke tîm gelekî kêfxweş in. Bi taybetî em wisa difikirin ku me navê Amedê di herî jor de bicih kiriye. Me ji her kesî peyamên pir erênî wergirtin û her tişt ji bo Amedê ye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin