Di Dîroka Kurdan de hin rûpelên reş û tarî!

Di Dîroka Kurdan de hin rûpelên reş û tarî!

.

A+A-

Dİ DÎROKA KURDAN DE HİN RÛPELÊN REŞ Û TARÎ!

 

REWANDİZ KELHA XWEZAYÎ !..

 

MÎRÊ REWANDİZÊ

„MÎRÊ KOR“

 

 

MÎR MUHAMMED PAŞAYÊ REWANDİZÎ

(1788-1837)

 

Prof. Dr. Phil. Jemal Nebez

 ( 1 Berfenbar 1933, Silemanî-8 Berfenbar 2018, Berlin)

Em 5 salên li ser goça wî ya dawî Mamoste Nebez carek dîn wî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bawerî û keseyetiya wî ditewînin!..

 

Prof. Dr. Jemal Nebez

Der Kurdische Fürst Mir Muhammad-i Rawandizi

Genant

Mir-i Kora

Im Spigel der

MORGENLÄNDİSCHEN UND

ABENDLÄNDISHEN ZEUGNISSE

Ein Beitrag zur kurdischen Geschichte

24.08.1969 Hamburg

 

 

 

 

 

 

MUHAMMED PAŞAYÊ REWANDİZÎ

(MÎRÊ KOR)

(1788-1837)

 

Di dîrokê Kurd û Kurdistanê de Kurdan dewletên mezin ava kirine! Li gel ew dewletan çiqas mîrên Kurdan hebûne, ji wana her yek wek dewlet rêvaberiya xwe jî saz kirine. Di sedsalên dawî de Mîr Bedirxan Paşayê Botan û Mîrê Soran Muhammed Paşayê Rewandizî jî wek dewlet serxwebûna xwe ragehandine û bi navê xwe dirav (pere) derxistine! Lê çi mixabin İmparatoriya Osmaniyan bi hêza xwe ya mezin leşkerî, ew dewletên Kurdan avakirin bi rêyên cûda cûda, bi lîstikên Osmaniyan ji holê rakirine!.. Pir caran Kurd bi Kurdan dayîn qirkirine û di dawî de ewna jar û lewaz hîştine! Paşê jî bi ordiya xwe êrîş birine ser û serokên wana hemî dîl (êsîr) girtine!.. Hin daliqandine û hin jî avêtine girtîgehan…Osmaniyan bi alikariya hin mîr û axayên Kurdan ku yên xwe firoş, her dem yên dixwestin ku dewletên Kurdan ava bikin, ewna têkbirine û ji holê rakirine!..

Mîrên Kurdan pir caran piştgiriya hevûdu nekirine û mecal nedane hev ku bibin yek! Neyarên wana jî tek û tek ew ji holê rakirine! Hin caran ez difikirim ku gelo partî û hêzên me yên Kurdan ji dîroka xwe ya kevnar qet ders negirtine ku îro ji bo çi nabin yek?!..

Di nivîsek kin (kurt) de ez dixwazim çend gotinan li ser Mîr Muhammed Paşayê Rewandizî bêjim. Her çiqas ez ne dîrokzan bim jî wek wêjevan (toravan) dixwazim di vê derbarê de çend gotinan bêjim. Di dema salên 1970’yî de ez derketim dervayî welat, hinek şansa min yawer çû ku min Prof. Dr. Jemal (Cemal-eddin) Nebez naskir!.. Pêşiyê de li gel mamoste ez hînî zimanê Kurdî jî bûm. Min ji wî perwerdeya Kurdewatiyê jî girt. Paşê qasî niv sedsal em bûn rêheval û hogirên hev! Dema şoreşgeriya me ya lezûbez de, ez pir rexne dikirim ku em ji Sovyetê re xulametî dikin! Bi vê gotina mamosteyê hêja ya 50 salî berê jê pir acîz dibûm! Dîroka cîhanê Mamoste Nebez rast derxist ku dema wî ew sosyalîzma sexte rexne dikirî, wî ew oportînîzma wana ya wê demê baş dîtî bû. Mamoste digot:” Ji Mazdek pêva yeksanî (sosyalîzm-wekhevî) heya roja îro hîn pêk  nehat!” digot!..

Du komarên Kurd ku di sedsala dawî de wek “Kurdistana Sor”, navend Laçîn (1923-1929) û Komara Kurdistan Ya Mahabad (1946-1947) bi bê alikariya sosyalîzmê bi destên Stalin hatin rûxandin. Heya Sadamê xwînrij û faşîst sax bû, di serî de Dewleta Sovyet û hemî dewletên sosyalîs ma ew ne alîkarên ew dewleta Iraqê ya faşist bûn?!. Wê demê em Kurdên şoreşger, ew alîkariya Sedemê xwînrêj re Sovyetê dikirî ji bo çi em bê deng bûn?..

Gorbehişt Mamoste Prof . Dr. Jemal Nebez, ew pîtolekî (feylezofekî) Kurdan hemdemî bû. Di mercên heyî de Kurdên desthilat alîkariya wî nekirin. Qasî ez dizanim Kurdan ji zanîna wî jî jê sûd wernegirtin! Rêvaberên Kurd jê re nebûn alîkar! Hinan dixwestin ku jêra alîkarbin, wî keseyatiya wana û welatparêziya wana nadipejirand û alîkariya wana red dikir. Mamoste naskirin ne hêsan bû!..

Ez pir zanayên Kurd dinasim ku tû kes qasî Mamoste Nebez şahreza û zana nîn bûn. Mamoste pir ziman wek zimanê xwe yê dayîkê dizanîn. Dîrok nas bû. Di salên 1950 î de pirtûkên zimanê Kurdî, matematîk, fîzîk, kimya û yên din li Kurdistana Başûr amade kirî bûn! Arşiva mamoste gelek dewlemend bû. Dema mirov ji xwe jî bipirs, mirovekî wûsa ji bo çi serneket?..

Teybetmendiyên mamoste ji pir mirovan gelek cûdatir bûn! Wek mînak: Dema Serok Komarê İraqê Mam Celal Talabanî li Berlînê nexweşxanede bû, min dixwest ku ez wî bibim serdana Mam Celal! Min çend caran jê tika kir û jê re got! Ew hevalê te yê xortaniye û li Bexdayê  di girtîgehê de jî hun tev mayîne! Cara yekem li Bexdayê dema wê di zanîngehê de dixwend, ji bo Komela Kurdan we cezayê giran dayî bûn pêş çavan û serledana resmî çêkirî bû! Mamoste digot: „Kesên ne bi netewa xwe re bin, keda gundi û karkiran bixwin, ez nikarim ku ji bo mesleheta xwe ya şexsî bi wan re bidim û bistînim, bibim heval!..”

Di dawî de mamoste bi mirinek bê wate û bê kes xatirê xwe ji Kurdan nexwest, bi şuştina du kesan li Cemxana Berlinê û du kes jî dervayi derî, wî xatirê xwe ji wan xwest û bi dewlemendiya xwe ya heyî ya di hûndirê darbestê de, barkir çû welatê xwe yê 40 salî zêdetir nedîtî bajarê Silemaniyê! Li wê derê li goristana Sileymaniyê bi dêlîndêzek (merasîmek) Zerduştiyan hate binax kirin!.. Bavê mamoste Nebez, di dema xwe de miftiyê Soran û yê bajarê Silemaniyê bûye. Mamoste di zarokatiya xwe ya 8 salî de  şahreza û zîrektiya xwe bi hifzkirina Quranê nîşanî dorbera xwe jî daye!..

Dema hin kes bipirsin gelo çi peymendiya Jemal Nebez bi Mîr Muhammedê Rewandizî heye? Ji ber ku Mamoste Nebez, cara yekem bi mijara “Der Kurdische Fürst Mir Muhammad-i Rawandizi“ doktoreya xwe ya zanistî çêkirî ye. Faris û Safawî bi serokên re dibêjin “Şah”, Tirk jî serokên xwe bi nave “Han, Hakan, Sultan, Paşa” bi nav dikin. Di dav Kuradan û dîroka wan de jî gotina “Mîr, Beg” wek şah, hakan û sultan bi kar tê. Bes navê çendek mîrên Kurdan wek Sultan Selahaddîn Eyyubî bi navê “Sultan” têne bi nav kirin. Ew gotin jî ji aliyê Ereb, Ecem û Tirkan ve hatiye bi nav kirin. Kurdan jî ew navina wûsa pejiradine! Ji bo Selahaddîn Eyyubî jî Kurd dikarin bêjin „Mîrê Eyyubî Selahaddînê Kurdî!..“

Di karê zanistî yê wek doktora pêşkêş kirî de Mamoste Jemal Nebez,  Mîrê Soran Muhammed Paşayê Rewandizî ji navên wek yên wî bête cûda kirin, navê wînî bi gotina gel çavekî wî kor bûye!.. Ji bo vê jî ew bi navê  „Muhammed Paşayê Rewandizî Mîrî Kor“ hatiye bi nav kirin. Mîr Muhammed û malbeta wan ji zadegana Soran ya herî bilind têye. Mîr, di sala 1788 an de li Rewandizê, ew ji dayîka xwe bûye. Ji malbeta aşîra „Revvandî“yan e! Aşîra Revvandî jî, bi bingeha xwe ji malbeta Sultan Selahaddîn Eyyubî têye! Dema Mîrê Soran, bavê Mîrê Kor yê Rewandizî, Mîr Mustafa Beg, sala 1827 an mirî şunda, ciyê wînî lawê wî „Mîrê Kor“ digire û ew dibe Mîrê Rewandizê…

Mir, mirovekî bi aqil û ewqas jî oldar (dîndar) bûye. Lê dema ew bû mîr, giraniya xwe bêtir dide ser leşkerên xwe. Ji bo çêkirina topên nûjen hin leşkerên xwe yên zîrek dişîne Ewrûpayê ku hînî çêkirina çek û topên nûjen bibin. Ji ber ku fabrikayek çek çêkirinê J3i wê demê ji xwe re ava kirî bû. Dewleta Osmanî jî ji hêza wî ya çekdar ditirsî. Ji bo vê jî Dewleta Osmanî rutbeya wî ya leşkerî kirî bû „Mîrê Mîran. Lê bi deh hezaran leşkerên wî yên perwerde bûyî hebûne. Di dema Mîr Muhammed Rewandizî dewlet avakirin de de Mirê Botan Bedirxan Paşa jî dixwest ku hemî mîrê Kurdan bike yek û dewletek bi hêz û azad ava bike. Lê çi mixabin Mîrê Kor êriş bir ser Cizîra Botan. Ordiya Bedirxan Paşa jî pir bi hêz bû. Ordiya Osmaniyan bi serokatiya Reşit Paşa jî dixwest ku her du mîrên Kurd bi beramberî hev bîne û navbeynê de şer derxîne!. Di aliyê dîn de biraziyê Bedirxan Paşa, Ezdîn Şêr jî derbasî aliyê Osmaniyan bûyî bû! Di dawî de jî hemî hêzên Kurd bi hevûdu re şer kirin û Osmaniyan ew têkbirin!..

Di sala 1837 an de ordiya Osmaniyan Rewandiz dorpêçkirin. Lê şerê bûyî de hêza mîr ordiya Osmaniyan şunda vegerandî bû. Paşê Osmaniyan lîstikên xwe li hemberî Kurdan carek dîn pêk anîn. Mirê Kor yê oldar, dawî de çû cem paşayê Osmaniyan Reşit Paşa û girêdayîna xwe bi xalîfeye Osmanî re nîşan da! Mîrê Rewandizê ji aliyê Osmaniyan ve bi desîse dîl (êsîr) hate girtin. Mîrê Soran Muhammed Paşayê Rewandizî, Mîr Muhammed wek dîl şandin Stenbolê. Pêşiyê de bîryara darxistinê (sêpê) derxistin. Paşê jî wek ew azad kirin nîşan dan û wî bawer dikir ku dişînin Kurdistanê! Mir, bi keştiyê ji Stenbolê heya Trabzonê şandin. Dema ew bi rê ket, sîxurên Osmanî jî gel wî bûn. Li ser rêya Trabzon û Siwasê li ciyekî nête zanîn de di sala 1837 an de Mîr Muhammedê Rewandizî têye kuştin!..

Dawî de Mir Bedirxan Paşa jî wek Muhammed Paşayê Rewandizî, ew jî dîl hatî bû girtinî û şandî bûn Stenbolê. Cezayê wî jî, ji kuştinê daxistî bûn sirgûn kirina Girava Gîrîtê! Di dawî de ew çîroka xemgîn jî bi mirina Mir Bedirxan Paşa li Goristana Mewlana Xalîdê Kurdê Şehrezorê (Mewlana Xalîdê Bexdadî) binax dibe! Bê vala rûspiyan negotinê:“ Tarîx ji dubare kirinê pê va tiştek nîn e!.. „ Tarih tekerürden ibarettir!“ Weku derbederiya Kurdan ya dema em tê de dijîn jî ma ne wûsa ye?!.

Ew çîrokên Kurdan gelek dirêj in! Lê ji bo ku nivîsên dirêj hêdî pir kes naxwazin bixwînin, ez dawî li nivîsa xwe tînim...

Di dema em tê de dijîn, dîsa jî li Kurdistanê li navçeya Soran û Botan di dîroka Kurdan de, di her alî de Soran û Silêmaniyê ew her dem pêşkeftî ye! Gelek serhildanê Kurdan li ser ew erda pîroz destpêkirine! Di dema şerê cîhanê yekemîn de jî bi navê Qiralê Kurdistan Şêx Mehmudê Berzencî (1878 - 9 Çiriya pêşîn 1956, Silemaniye), dewleta Kurdan ava kiriye. Şêx Mehmudê Berzencî, ew ne ji navçeya “Barzan” e! Ew ji navçeya “Soran” e! Bes navê  gundê wî ya nêzîkî bajarê Silemaniyê, gundê “Berzenc”ê ye!.. Mîrê Soran, Baban, wana her dem wek dewlet li rêvaberiya xwe xwedî derketine! Îro jî li seranserê Kurdistanê burjuwaziya Kurdan ya herî pêşkeftî li navçeya Soran û li bajarê Silêmaniyê heye! Li cîhanê ciyê lê burjuvazî heyî jî di nav wan de gelek peyayên neyaran yên xwe firotin jî hene û ewna her dem xwe vedişêrin!..

Di nav Kurdan de yên mala Kurdan xira dikin û Kurdan bi nirxên erzan difiroşin jî ew Kurdên ku ji neyarên gelê xwe re dibin sîxur (casus), nobedar û peya ne!..

5 ê Reşemî-Sebat- 2023

     Abuzer Balî Han

       ( Awê BALÎ )

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin