Di dîrokê de îro: Mîller û Puşkîn mirin, Brecht jidayîkbû!
Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû
Navenda Nûçeyan- Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû
- Li başûrê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin (1970).
- Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû (1898).
- Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn mir (1837).
- Ebdulhemîdê 2'yemîn ji text hat daxistin (1909).
- Doza hîndekarên zanîngehê ku bi komunîstî dihatin tawanbarkirin bi dawî bû: Ji wan Behice Boran û Nîyâzi Berkes bi 3 meh cezayê hepsê hatin cezakirin û Pertev Naili Boratav jî hat beratkirin (1950).
- Hunermenda popê, şirovekar, nivîskara gotinên stranan, bestekar û mamosteya muzîkê Candan Erçetin hat dinê (1963).
- Derhênerê sînemayê û ramanwerê sînemayê Sergey Mihayloviç Ayzenştayn mir (1948). Ayzenştayn di 23'yê rêbendana 1898'an de hatibû dinê. Fîlmê wî yê herî navdar "Keştîya Şer a Potemkîn" e ku di sala 1925'an de kişandin.
- Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mir (2005 ). Ew di sala 1915'an de hatibû dinê.
Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin