Di doza Hrant Dinkî de 2 kes hatin tehliyekirin!
Di doza qetilkirina Rêvebirê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dinkî de, 2 bersûcên Mîrlîwayê berê Hamza Çelepoglu û Binefser Yavuz Karakaya hatin tehliyekirin.
Di doza kuştina Hrant Dinkî de ku Fetullah Gulen, Zekeriya Öz, cendirme, peywirdarên hêzên emnî jî tê de bi tevahî 85 bersûc tê de hene ku 6 ji wan girtî û 14ên wan jî revî ne, biryara serbestberdana 2 bersûcan hate dayîn.
Lijneya mehkemeyê, maweya girtîbûna wan û girtina wan bo sûcekî din weke hincet nîşan da û biryara tehlîyekirina 2 bersûcên Hamza Çeleboglu û Yavuz Karakara da.
Di danişînê de bersûcê girtî Ramazan Akyürek da zanîn ku piştî kuştina Dinkî Gerînendeyê Emniyetê yê wê demê Celaleddîn Cerrahî bi telefonê ew geriyaye û daxwaz jê kiriye ku ewraqa ku di sala 2006an de ji Trabzonê bo Stenbolê hatiye şandin ku tê de agahiya çalakiyeke li dijî Hrant Dinkî dihate dayîn tune bike.
Akyürekî herwiha da zanîn vê daxwaza jiholêrakirina wê dokumantê ji Wezîrê Derve yê wê serdemê Abdulkadir Aksu û ji Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdoganî re ragihandiye.
Lijneya Dozê, danişîna bêyî bo rojên 12-14 û 15ê Adarê taloq kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin