Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî serbest bûn

Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî serbest bûn

.

A+A-

Di doza Malbata Şenyaşar de dadgehê ji bo hemû girtiyan biryara tehliyeyê da.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin. Piştî êrişî ji bo êrişa li dijî kargeha malbata Şenyaşar û êrişa li nexweşxaneyê du lêpirsînên cuda hatibûn destpêkirin. Pişt re dosya kiribûn yek.

8emîn danişîna dozê li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Di dozê 4 jê girtî 30 kes tên darizandin. Girtî Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê wî û her du birayên wî hatin qetilkirin ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Amedê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Bersûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê tên ragirtin bi SEGBÎSê tev li danişînê bûn.

Dozger xwest girtî tehliye bin

Emîne Şenyaşar a di komkujiyê de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li danişînê nebû. Parêzerên malbata Şenyaşar di danişînê de amade bûn.

Di danişînê de piştî tespîtkirina nasnameyan dozger nêrîna xwe aşkere kir. Dozger, daxwaza tehliyeya hemû bersûcê girtî kir û xwest ku lêpirsîn were berfirehkirin.

Dadgehê piştî navberê biryara tehliyeya hemû bersûcan da. Dadgehê derbarê bersûcan de biryara “zîndanîkirina li malê” da û danişîn taloqî 21ê sibata 2025an kir.

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin