Di êrîşa terorîstên DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn
.
Di encama êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê ya li bajarokê Kuleco yê devera Germiyan a Silêmaniyê de, li gorî zanyariyên dawî 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Terorîstên DAIŞê şevê din li demjimêr 22:15an li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û şer heta derengiya şevê dewam kir.
Fermandarên hêzên Pêşmerge ragihandineke ku mayineke vadayî bi wesayîteke Pêşmerge de teqiyaye û herwiha di navbera terorîstên DAIŞê û Pêşmerge de şer derketiye.
Pêşmergeyên rûbirûyî êrîşa terorîstên DAIŞê bûne dane xuyakirin, di destpêkê de çekdarên DAIŞê bi qenasan teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên leşkerî û ambulans diçin wê bingeha leşkerî û birîndar rakirine daku wan bibin nexweşxaneyê.
Di dema vegerê de terorîstên DAIŞê mayîneke li ser rê danîne û bi otomobîla Hummer a Pêşemerge de teqandine û 2 efserên bi pileya Raîd û 3 Pêşmerge şehîd bûne.
Di encama teqîna bombeyekê bi Hummereke hêza Pêşmerge de, çar Pêşmergeyên din jî di dema şikandina êrîşê de birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin