Di êrişa Tirkiyê de helbestvanê navdar Ferhad Merdê birîndar bû
.
Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrişa firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê de li gundewarê Tirbespiyê welatiyekê jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn. HSDê jî li ser êrişê daxuyanî da û ragihand, yek ji birîndaran helbestvanê navdar Ferhad Merdê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Rojavayê Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li gundê Hasûde kir hedef.”
Li gor daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê, “Di erebeyê de 3 kes hebûn, 2 ji wan birîndar bûn û yek jî şehîd bû.”
Her di wê daxuyaniyê de, Asayişa Rojavayê Kurdistanê, êrişên Tirkiyê şermezar dike û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û cîhanê dike ku rê li pêşiya van êrişên Tirkiyê bigirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî li ser êrişa Tirkiyê daxuyanî da û amaje bi wê kir ku êrişên Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
HSDê ragihand, “Îro di saetên nîvro de, li nêzî bajarokê Tirbespiyê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek balafirê keşfê li hember seyareyek girêdayî Hêzên Erka Xweparastin pêk hat.”
HSD dibêje, “Di encama vê êrişê de hevalekî me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û her wiha helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.”
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand, di encama êrişa artêşa Tirkiyê de “rêhevalê me Dirar Cuma Hemze şehîd bû û du hevalên me, helbestvanê naskirî Ferhad Merdê jî di nav de, birîndar bûn.”
Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî îro li ser hesaba xwe ya Twitterê îddîa kir ku di êrişeke hêzên wan de li nav axa Rojavayê Kurdistanê, 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de li ser cih û devera êrişê zanyariyeke zelal nehatiye belavkirin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Rojava (RIC) ku çavdêriya xwecihî dike, tenê îsal di encama êrişên Tirkiyê de li nav axa Rojavayê Kurdistanê, “Herî kêm 3 kes, ku 2 ji wan zarok in, jiyana xwe ji dest dane.”
Navenda Ragihandinê ya Rojava (RIC) li ser êrişên firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê jî aşkera dike, “Bi giştî 22 êrişen bi dronan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin