Di gêrînokên pêvajoyê de pêwîstî bi aso û paradîgmayeke netewî heye! -I-
Cano Amedî
(Beşa yekem)
Pêvajoya ku îro em bi hevra dijîn, dişibe gêrînoka qeyran û bûyerên sed sal berê. Bi taybetî, rewşa hinek alîyên sîyasî û dînamîkên civatê, wêneyekî ne zelal nîşanî me dide. Ji alîyekî ve bandora parselkirin û dorpeçkirina sîyaseta desthilatdar, ji alîyê din ve jî bê asoyî û bê rêxistinbûyina dînamîkên netewî rê li ber demsalên bêhêvîtîyê xweştir dike. Ewrên reş û tarî, neqebên asê û dijwar, vexuyanên ba û bahozên giran in. Ji bo tedbir û rewşek kontrolkirî divê em xwedî hişmendî û bertekên kollektîf bin. Ji bo wê jî divê li ser bingeha hûqûqa gerdûnî, em xwedî hişmendî û asoyeke netewî bin.
Di derbarê pêvajoya bêmijar de herkes hêvî û xwestekên di dile xwe de îfade dike, şîrove û nîrxandinên xwe li ser bingeha daxwazên di dile xwe de tînin zimên. Ev jî me ji nîrxandin û şîroveyên rasteqîn dûr dixe. Di demên weha de, nêrîn û şîroveyên îdeolojik û çargoşe derdikevin pêş. Gava nêrîn an şîroveyeke ji derveyî atmosfera gelemperî derdikeve holê, yekser rastî zext û fişarên taxê dibe. Em dizanin zext û fişarên taxê li gorî hêz û komên civatê diguherin. Pirî caran, ji ber sedemên menfeetên şexsî û bandora tirsa dagirkeran, li ser civatê zext û fişarên taxê, weke sansorek reş tesîr dike û bandora xwe nîşan dide.
Hemû organîzasyonên civatê, li gorî berjewendî û tixûbên xwe tevdigerin. Azadîya fikir û ramanî, mafê rexnegerîyê li gorî berjewendîyên ku wan nîşan kirîye tê tayîn kirin. Partî, rêxistin, grûb, derdor, tax, malbat û hwd. xwedî nêrîn û tixûbên cuda ne. Medyaya alîyan, di warê mobîlazîsyonê de xwedî rolekî taybet e. Medyaya partîyan li gorî berjewendî û xwestekên xwe sîyaseta ragihandinê tayîn dikin. Pirî caran ji bo ku rojevê li gorî xwestekên xwe bimeşînin, peyaman beravajî derdixin pêş. Pirî caran ji bo peyamên ku di dile xwe de derxin pêş, “meqes û cimbiz”ê bi kar tînin. Hebûn û tunebûna dengên cuda li gorî nêrîn û berjewendîyên sazî û komî têne tespit kirin. Ev jî rê li ber gengeşîyên rasteqîn û azad asê dike.
Ev pêvajoya ku ji aliyê postegeran ve tê meşandin ne zelal e; qala paradîgmayekê tê kirin, lê belê tu kes nizane naveroka paradigmayê çî ye. Nexşerêya pêvajoyê ne dîyar e û tu kes jî nizane wê ber bi ku ve biherike. Berdevkên pêvajoyê dibêjin "em naveroka peyamê nizanin, lê em bawer in ku wê gavên diroki bêne avêtin". Cîhê pirsê ye, ‘’Gelo ew peyama ku hûn naveroka wê nizanin, çewa dibe peyameke dîrokî? Gelo hûn bi xwe jî, ji rastîya wê peyamê bawer dikin?’’.
Naveroka pêvajoyê li ser gotegotên pişt derîyan dimeşe. Ew paradigmaya ku Bahçeli, Erdogan dimeşînin, Ocalan jî bi rêya şanda Îmralîyê piştgirîya xwe dîyar kirîye, tevî hemû "sir" û Sirrîyan didome.
Heta nuha Erdogan, Bahçelî û rayedarên Dewlet Tirkîyeyê ji xeynî gotinên ‘’Emê dawî li terorê bînin. Pirsa kurd tune ye’’ tu tişt negotine! Dîsa derbarê zelalkirina paradigma “pêvajoyê” de Ocalan û şanda DEM Partîyê jî, di derbarê nexşerêyeke ku dê ji bo mafên kollektîf ên miletê Kurd de hinek gavên berbiçav bêne avêtin de tu tişt negotine! Ev wêneyên hanê bi serê xwe jî di derbarê naveroka “pêvajoyê” de gelek pirsan bi xwe re tîne!
Dê bidome
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin