Di maça Amedspor û Fenerbahçeyê de alozî derket

Di maça Amedspor û Fenerbahçeyê de alozî derket

.

A+A-

Di maça Amedspor û Fenarbahçeyê ya di Lîga Super a Jinan de alozî derket. Li gor îdiayan hejmareke lîstikvanên Fenerbaçheyê bi kelûpelên ji aliyê alîgirên Amedsporê ve hatine avêtin birîndar bûn.

Di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de tîma Fenerbahçe û mêvana tîma Amedsporê.

Fenerbahçe di xuleka 90+8an de bi gola penaltiyê ya Kenya Cordner 2-1 Amedspor têk bir.

Lîstikvanên her du aliyan di deqîqeya 102yan de bi hev ketin. Li gor îdiyan ji trîbunan jî kevir û tiştên din hatin avêtin û hejmarek lîstikvanên Fenerbaçheyê birîndar bûn. Piştî pevçûn bi dawî nehat hakem maç qedand.

Hêzên Polîsan midaxeleyî pevçûnê kîr û lîstikvanên Fenerbaçeyê ji stadê derxistin.

  • PARVE BIKE LI SER
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin