Di medyaya Tirkiyê de serdana Nêçîrvan Barzanî

Di medyaya Tirkiyê de serdana Nêçîrvan Barzanî

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 14ê Sibatê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê serdana herêmên erdhejê kir. Nêçîrvan Barzanî piştî navenda Dîlokê çû navçeyên Nûrdaxî û Islahiyê yên Dîlokê ku erdhejê zerareke zêde gihandiye wan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kir, ku ji ber erdheja 7.7 rîxterê ya 6ê Sibatê ziyaneke mezin dîtibû.

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo herêmên erdhejlêdayî di medyaya Tirkiyê de deng veda.

“Ev roj dê derbas bibin”

Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê (AA) nivîsand Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê serdana Dîlokê kir “ku erdhejê bandoreke mezin lê kir û ragihand: Bi piştevaniya Xwedê ev roj û rewş wê derbas bibe.”

AAyê got: “Barzanî çû navenda qeyranê ya li Rêveberiya Bajêr a AFADê ya li Dîlokê û li wê derê ji berpirsan zanyarî wergirtin.”

Ajansa Anadolu (AA) ya Dewleta Tirkiyê ragihand ku Barzani ji rojnamevanan re got; “Em ji bo hevxemiya gelê Tirkiyê hatine. Rehma Xwedê ji wan kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane dixwazim û şîfaya bilez bo birîndaran dixwazim.”

Ajansa Anadoluyê amaje bi axavtina Serokê Herêma Kurdistanê dike ku têkeliyên bihêz di navbera Hewlêr û Tirkiyê de nîşan dide ku gotibû “Tirkiyê herwext di rojên zehmet de li cem me bû. Êşa li Tirkiyê êşa me ye û li hinek cihan çalakî û şahî hatine rawestandin. Me piştî erdhejê li gor derfetên xwe alîkarî kir û em dê li ser alîkariyan berdewam bin.”

Ajansa nûçeyan a dewleta Tirk ragihand ku Nêçîrvan Barzanî behsa alîkariyên Herêma Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û ragihand "Me hewl da ku em bi hindikayiya xwe ve dilsoziya xwe pêşkêşî gel û dewleta Tirkiyê bikin. Dewleta Tirk di vê mijarê de ciddî ye. Tirkiye welatekî mezin e û ez bawerim wê bi kedeke mezin vê pirsgirêkê derbas bike.”

Kanala TRT Kurdî di twîttekê de derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê de wiha nivîsandiye "Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo derbirîna hevxemiya xwe û hevdîtina li gel tîmên hawarhatinê serdana Entabê kir. Wê piştre serdana Enqereyê bike û bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinê bike."

Nêçîrvan Barzanî li ser rewşê hat agahdarkirin

Serdan her wiha bû manşeta gelek rojnameyên Tirkiyê, di nav wan de Cumhuriyet, rojnameya herî kevn a Tirkiyê ku di sala 1927an de hatiye damezrandin.

Rojnameya Cumhuriyetê ragihand ku Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Neçirvan Barzani li Gaziantepê serdana navenda Hevahengiya AFADê kir û derbarê rewşa dawî de zanyarî wergirtin.

Cumhurtiyetê got “Barzanî got duayên wan bi Tirkiyê re ne. Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye dewleteke mezin e ku dikare vê karesatê derbas bike. Barzanî ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.”

“Nêçîrvan Barzanî li herêma erdhejê ye”

Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye mijara sereke ya ajansa nûçeyan a Tirkiyê IHA.

Ajansa IHAyê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzani, li Dîlokê serdana navenda Hevahengiya AFADê kir û derbarê rewşa dawî de zanyarî wergirtin. IHAyê, serdana Barzanî bi serenavê “Barzanî li herêma erdhejê ye” da.

IHA amaje bi wê yekê dike ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana devera Îslahiya ku yek ji wan deveran e ku herî zêde zirar dîtiye jî kiriye û gotiye, Herêma Kurdistanê di vê rewşa dijwar de ligel Tirkiyê ye.

Beşa Tirkî ya Dengê Amerîkayê jî nûçeyê bi manşeta “Barzanî li Gaziantapa ku erdheja Maraşê bandor lê kiriye ye”

Dengê Amerîka dinivîse ku Nêçîrvan Barzanî îro geheşte Dîlokê û serdana navenda karesatê li bajêr kir û civîneke rojnamevanî li dar xist.

Wek ku Dengê Amerîkayê dinivîsîne Serokê Herêma Kurdistanê ji ber ziyanên erdhejê hevxemiya xwe ji welatiyên Başûrê Kurdistanê re ragihand û Sersaxî ji malbatên miriyan re xwest û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

Son Dakika, Mynet, Gaziantep Guneş, Gazete Oksijen, Konya Bakiş, Yeni Journal û çend rojname û malperên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî ligel Recep Tayyîp Erdogan civiyan

Ji aliyê din ve  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê di berdewamiya xwe bo Tirkiyê de, li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dubare sersaxiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gihand Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyê, ji ber wê erdheja 6ê vê mehê li çend navçeyên Tirkiye û Sûriyê ra da û di encamê de bi hezaran bûn qurbanî û ziyanên mezin jê derketin. Her wiha hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasî û pêzanîna xwe ji bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo navçeyên erdhejê û hevdîtina ligel ziyandîtiyan nîşan da û dubare kir ku welatê wî bi rêz li alîkarî û alîkariyên mirovî yên Herêma Kurdistanê û tîmên wê dinêre ku ji destpêkê ve bi hawar û alîkariya qurbaniya hat û xwe gihandine deverên ziyan dîtine û alîkarî pêşkêşî mexdûran kirin.

Derfetên pêşvebirina pêwendiyên Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên cihê giringiya her du aliyan, mijarên din ên civînê bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin