Di nav zimanên cîhanê yên dewlemend de ciyê zimanê Kurdî di nav rêza 9 an de ye!..
Abuzer Bali Han (Kurdolog)
ZIMANÊ KURDÎ Û TİRKÎ
DI NAV FAMILYAYÊN ZIMANÊN CÎHANÊ DE
Berî her tiştî ziman çi ye? Ziman di nav mîrovan de navgîna mirov peywendî û ji hevûdu fehm dikeye! Ziman di nav zagonên xwe de jiyan dike û xwe nûva dike. Ziman di nav netewekî (milet) de tê axaftin û yekîtiya wî neteweyî diparêze! Ziman jiyan e! Ziman hebûne!..
Bi kurtahî ziman, hêza manewî (arişî) ya neteweyî diparêze... Ziman nebe, netewe jî nabe! Li cîhanê çiqas netewe hene, ewqas jî zimanê wan hene. Hin netewe jî zimanên wek hevûdu diaxifin û dinivisînin. Bi van zimanan re zimanên bineçeya xwe yek, ji yek jêderkê derketîne, lê di demên borî de yên hatin guhartin re zimanên hemcins (zimanên xizmên hevûdune) têye gotin. Zimanên wusa jî di nav xwe de familyeya zimanên cîhanê pêk tînin. Zimanzanên cîhanê îdîa dikin ku ew zimanina di destpêkê de ji yek çavkaniyê û ji yek ziman derketine. Paşê di navbeynê de guhartin peyda bûne. Ew gruba zimanan, wek yek malbet (familya) ji aliyê zimannasan ve tên pejirandin.
Mînak: Zimanê Turkî di nav malbeta zimanên Ural-Altayî de ye. Zimanên di vê malbetê de cih digirin, ewna qasî malbetên dîn ne bi hêz in. Lê malbeta ku zimanê Kurdî jî di nav de ciyê xwe digire, ew malbeta Hîndo-Ewrûpa, ew ji malbeta Ural-Altay zêdetir nêzîkî hev in. Nêzîk bûna zimanên malbeta Ural-Altayî, ji bineçeya (menşe) xwe zêdetir, ew bi bastûra (struktur) xwe nêzîkî hev in. Ji bo vê sedemê ye, ku hin zimanzan dema malbeta Hîndo-Ewrûpa wek familya bi nav bikin, zimanên Ural-Altayî ji familyekê zêdetir wek komek (grubek) zimanan tasnîf dikin û dipejêrin.
Zimanzanên (Linguistik) cîhanê malbeta zimanan kêm û kurt nêzîkî hevûdu wusa rêz dikin. Li gor zimanzan û etnologan li dinê qasî 7150 zêdetir ziman di bin 142 rêzan de têne tesnîf kirin. Di nav van zimanan de jî 10 ziman li dinê pir têne axaftin! Navê ew 10 zimanan li jêr in:
- Çînî
- Îngîlîzî
- Hîndî
- Îspanyolî
- Rusî
- Erebî
- Begaldaşî
- Portekîzî
- Malayzî (Endonêzî)
- Fransizî
Li gorî ferhenga cîhanê ya bi nave “Wikipedia” zimanên li ser rûyî erdê yên têne axaftin li ser gencineya (xazîne) wana lêkolînek hatiye bilav kirin. Di nav zimanên tên axaftin de agahiya hatî dayîn wûsaye. Di nav zimanên cîhanê yên dewlemend de ciyê zimanê Kurdî di nav rêza 13 an de ye. Ciyê zimanê Tirkî jî di rêza 20 an de hatiye rêzkirin!.. Di vê lêkolînê de zimanê herî dewlemend li dinê bi 6 milyon 96 hezar û 983 bêjeyan (kelîme) zimanê Îngîlîzî ciyê xwe digire. Di rêza duwemîn de zimanê li Madagaskar têye axaftin bi 5 milyon 824 hezar û 781 bêjeyan zimanê Madagaskarî û di rêza sêyemîn de bi 3 milyon 543 hezar 158 bêjeyan zimanê Fransizî heye. Di rêza nehemîn de jî bi 730 hezar 686 bêjeyan zimanê Kurdî cîyê xwe digire.
Di rêza 20 an de jî yên zimanê Kurdî wek ziman napejêrin zimanê wana zimanê Tirkî jî di rêza 20 an de ciyê xwe girtiye. Zimanê Farisî di rêza 44 an de, zimanê Erebî jî di rêza 45 an de ye…
I. Malbeta Zimanên Hîndo-Ewrûpa:
Wek ji nav jî mirov fehm dike, ew malbeta zimanan ji du beşan pêk hatiye. Yek beşê li Asyê, ya din jî, beşê li Ewrûpayê. Zimanê Kurdî di nav beşê Asyayê de, di nav koma zimanên Îranî de ciyê xwe digire. Kurdî di nav malbeta Zimanên Îranî de ye. Ew malbeta fireh jî, di nav xwe de dibe 9 beşan:
I. 1. Beşê Hîndî jî di nav xwe de dibe 9 şaxan.
I. 1. a. Hîndî
I. 1. b. Bangaldaşî
I. 1. c. Biharîtî
I. 1. d. Pencabî
I. 1. e. Urdutî
I. 1. f. Assamîtî
I. 1. g. Seylanî
I. 1. h. Keşmîrî
I. 1. i. Sindîtî
I. 2. Beşê Îranî jî dibe 8 şaxan.
I. 2. a. Kurdî
I. 2. a. 1. Kurmancî
I. 2. a. 2. Soranî
I. 2. a. 3. Kirdkî (Zazakî-Dimilî)
I. 2. b. Farisî
I. 2. b. 1. Farisiya kevn
I. 2. b. 2. Farisiya navîn
I. 2. b. 3. Farisiya nû
I. 2. c. Afganî
I. 2. d. Beluçî
I. 3. Beşê Germanî jî di nav xwe de dibe 9 şaxan.
I. 3. a. Elmanî
I. 3. b. Îngîlîzî
I. 3. c. Swêdî
I. 3. d. Norwecî
I. 3. e. Danîmerkî
I. 3. f. Felemenî
I. 3. g. Bretonî
I. 3. h. Îrî (Îrîtî)
I. 3. i. Îslandî
I. 4. Beşê Romenî jî di nav xwe de dibe 7 şaxan.
I. 4. a. Latînî
I. 4. b. Fransizî
I. 4. c. Îtalyanî
I. 4. d. Îspanyolî
I. 4. e. Katalonî
I. 4. f. Portekîzî
I. 4. g. Romenî
I. 5. Beşê Îslawî jî di nav xwe de dibe 10 şaxan.
I. 5. a. Rusî
I. 5. b. Ukranî
I. 5. c. Lehî (Polonî)
I. 5. d. Çekî
I. 5. e. Silowakî
I. 5. f. Hirwatî
I. 5. g. Sirpî
I. 5. h. Bulgarî
I. 5. i. Makadonî
I. 5. j. Boşnakî
I. 6. Beşê Baltikî jî, ji du şaxan pêk tê.
I. 6. a. Letonî
I. 6. b. Lîtwanî
I. 7. Beşê Yewnanî
I. 8. Beşê Albanî (Zimanê Arnawutî)
I. 9. Beşê Baskî
II. Malbeta Zimanên Ural-Altayî
Wek ji nav jî tê fehm kirin, zimanên di navbeynê çiyayên Ural û Altay de tên axaftine. Ew malbet jî di nav xwe de dibe du şaxan.
II. 1. Beşê Uralî
II. 1. a. Şaxê Fînî
II. 1. a. a. Fînî
II. 1. a. b. Macarî
II. 1. a. c. Permî
II. 1. b. Beşê Samoyedî
II. 2. Beşê Altayî di nav xwe de dibe 4 şaxan.
II. 2. a. Zimanê Turkî
II. 2. b. Moxolî
II. 2. c. Mançutî
II. 2. d. Azerî
III. Malbeta Zimanên Bantu
Di vê malbetê de gelek zimanên li navend û li başurê Afrika tên axaftin dikevin nav vê familye. Bi hemiyan re "Zimanên Bantu" tê gotin.
IV. Malbeta Zimanên Çîn û Tîbet
IV. a. Çînî
IV. b. Tîbetî
IV. c. Japonî
V. Malbeta Zimanên Samî
V. a. Erebî
V. b. Akadî
V. c. Îbranî
VI. Malbeta Zimanên Amerîkaya Başur
VII. Malbeta Zimanên Rojhilata Dûr
VIII. Malbeta Zimanên Awustralyayê
Lİ GOR BASTÛR (AVAHÎ-STRUKTUR) KOMÊN ZİMANÊN CÎHANÊ
Li gor bastûr (struktur) zimanên cîhanê di bin sê gruban de têne rêz kirin.
- Zimanên yek kît (yek hece, zimanên sade)
Wek ji nav jî têye fehm kirin, ew koma zimanan ji yek kît (hece) pêk tên. Bêje Gotin) nayên kişandin. Ji bo vê jî, ji van zimanan re zimanên sade jî tê gotin. Wateyê hevokan (cûmle) ji rêzbûna bêjeyan têye fehm kirin. Bes di koma van zimanan de giringiya dirbdanê (kirp-vurgu) gelek girîng e û wateyê gotinan diguhêrîne. Di vê komê de zimanê ji yek kîtan pêk hatî, zimanê Çînî û Tîbetî cih digirin.
- Zimanên pêvekî (zimanên îltîsakî, zimanên eklemelî)
Di koma van zimanan de bêjeyên yek û pir kît bi parekan ve hene. Li ser koka bêjeyan bi parekên nû bêjeyên nû têne çêkirin. Di bêjeyên parek girtin de koka bêjeyê naye guhartin. Bêjeyên parekên nû têne dawî, hin caran jî li pêş xwe pêrekan jî digirin. Yanê bêje hem parek û hem jî bi pêrekan têne pir kirin. Koma zimanên Ural-Altayî wusane. Bes zimanê Turkî di nav vê komê de parekan têne digire. Di gotinan de pêrek nîn in. Yanê zimanê Turkî, zimanek bi parekan digire û zimanekî pêvekiye (eklemelî-bitişken).
- Zimanên tewandî (zimanên kişînok, zimanên tên kişandin)
Zimanên tên tewandî de ji yek zêdetir kokê gotinan (bêje, kelîme) heye. Li dawî bi zêde kirina parekan bêje têne pir kirin. Bi rêyek wusa gencîneya (xezîne) zimanan dewlemendtir dibe. Di nav koma van zimanan de, hin caran koka gotinê jî tê guhartin û mirov nikane bi koka berê bi ya nû ve berhev bîne. Gotin hin caran bi parekan tên guhartin. Zimanên malbeta Samî dikevin nav vê komê. Malbeta Zimanên Hîndo-Ewrûpayî jî dikevin nav vê komê. Zimanê Kurdî di nav malbeta zimanên Hîndo-Ewrûdayî de ye. Ji bo vê jî zimanê Kurdî zimanekî kîşînok, têye tewandî ye. Ji bo ew teybetmendiya xwe zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e. Bê dewlet, bê parastin ew heya îro wenda nebûye!
TAYBETMENDİYA ZİMANÊN CÎHANÊ Çİ YE?
Di hebûnê netewan de ziman gelek girîng e. Ziman bingeha hebûna netewî (millî) ye. Ziman bes ne kilîta dev tenê ye! Ziman kilîta dilan e, hebûna gelan e! Ji bo vê ye, ku bê ziman, bê zimanê dayîkê jiyan nabe!.. Her welat bi zimanê xwe têye bi nav kirin, bi zimanê xwe têye nasîn û nasandin, bi ziman her tişt têye xemilandin.
Zimanê Kurdî sedema sereteyî ya hebûna Kurdan e. Kurdî xoşewîstiya hestên niştîmanperweran e! Ziman paleyê xwediyê xwe ye! Îro ziman ji bo neteweyek her tişt e. Di jiyanê mirovan de jî, li ciyê zimanê dayîkê heke zimanek dîn cih bigire û zimanê dayîkê bêye bîrkirin, wê demê dawî li jiyanekê tê û jiyanek nû li ciyê jiyana berê destpêdike. Wê demê jiyana nû, ne ew jiyana kevn e! Ji bo vê ye, ku îro Kurd dibêjin: „Bê Kurdî jiyan nabe!..“ Rastî jî, ji bo Kurdan jiyan bi zimanê Kurdî heye û wusa jî Kurd jiyana xwe dimeşînin. Heke Kurdek Kurdî bîrbike û bi Erebî, Turkî û Farisî qise bike, ew dibe xwedanê/xwedana ew zimanê nû, yê pê qise dike!.. Ji bo vê ye, ku bê ziman jiyan nabe!.. Ji bo Kurdekî an jî Kurdekê xwe pesin û pesinandin, ew bi zimanê dayîkê baştirîn pê têye xemilandin...
Di Zimanê Kurdî de nixteyek pir tiştî diguhere. Di tîpên kevn de dema gotina „pêşniyaz“ de nixteya li ser „z“ bêye bîrkirin, wê demê „z“ dibe „r“! Dema „zê“ bû „rê“ pêşniyaz jî dibe „pêşneyar“! Heçku „neyar“ tiştek e, „niyaz“ teştekî dîn e. Lê çi mixabin gotina şaş di ciyê gotina rast de ji aliyê pir kesan ve bi kar tê! Dema li ciyê rastiyê, şaşiyê cih girt, wê demê pir tişt tev û hev dibe. Rastî û şaşî tev û hev bû jî, ew ji hev û du serast kirin dijwartir dibe. Tê gotin ku :"Rastî rast e, lê ne li her derê!" Rûspiyên Kurd vala negotine: „ Carekê çû, êdî me de dû!..“
Ziman di hebûna gelan de hêmana (unsur) herî girîng e. Ziman, hebûnê çand û dîrokê netewe ji bo neslê pêşerojê dihêle.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Şikoyê Hesen (1928-1975) li Paytexta Gurcistanê, li bajarê Tiflisê pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Meremê Dilê Kurd”de bi helbesta xwe ya xweşik ya bi nave “Zimanê Kurdî” de wûsa ziman dide nasandin!..
ZİMANÊ KURDÎ
Bi ser û sûre,
Cewahîr, dûre,
Zimanê Kurdî...
Bi xeml û rewş e,
Şîrîn û xweş e
Zimanê Kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîv û naz e
Zimanê Kurdî...
Gewgewê çiyan e,
Kûbra teyran e
Zimanê Kurdî...
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e
Zimanê Kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê Kurdî...
Şûrê şêran e,
Nûra erşan e
Zimanê Kurdî...
Martala me ye,
Dest peşmerge ye
Zimanê Kurdî...
Şikoyê Hesen
- Tiflîs-1967-
(Meremê Dilê Kurd)
Avrîl /2024
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin