
Di navbera Amed û Êlihê de geştên trênê ji nû ve destpêkir
.
A+A-
Piştî ku ji bo dema salekê geştên trênê di navbera herdû parêzgehên Amed û Êliha Bakurê Kurdistanê hatibû rawestandin, careke din destpê kir.
Geştên trênê yên di navbera Amed û Êlihê de ku ji sala borî ve ji ber pandemiya koronayê hatibû rawestandin dîsa destpêkir.
Bi destpêkirina geştan rêveberatiya xetên hesinî ya Tirkiyê ragihand, geştên di navbera Amed û Êlihê de, di 22 Adarê de wate duh destpê kirine û li gor planê wê rojane du caran geşt hebin.
Herwiha rêvebertiya xetên hesinî ji kesên ku geştê bikin xwest pabendi bi maskan bînin û di dema kirîna bilêtan de ji geştiyaran daxwaza koda HESê ya ku ji aliyê wezareta tendirustiya Tirkiyê ve tê kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin