Di netewe bûyinê de girîngiya ziman û edebiyatê

Di netewe bûyinê de girîngiya ziman û edebiyatê

.

A+A-

Mustafa Uzun

Edebiyat faktora herî girîng ya pêkhatina zimanê dayikê û karakterê neteweyekê ye. Edebîyat di şiyar kirina hişmendîya netewî de amûrek girîng e.

Wek tê zanîn ziman, yek ji aletên herî bingehîn yên ragihandina di navbera mirovan de ye. Ziman mîrasek e, qezencek e ku neteweyan ji paşerojê girtine. Mirov bi xêra ziman dikarin hevdû ji rabirdûyê ber bi îro û pêşerojê ve araste bikin. Taybetmendiya ku berdewamî û bêsînorbûna ziman misoger dike zindîbûna wî ye. Yanê ziman do digihîne îro. Zimanê hevpar tê wateya yekîtiya hevpar ya çarenûsê (kader birligi). Tê zanîn ku kesên bi heman zimanî diaxivin xwedî heman paşerojê ne, xwedî heman çandê ne, xwedî heman adet û nirxan in.

Ziman yek ji nirxên sereke yên çandî yên neteweyekê ye. Kesên ku bi heman zimanî diaxivin, bingeha sazûmana civakî ya bi navê netewe ava dikin. Ji ber ku ziman aletek e ku hest û ramanan digihîne mirovan, civakên mirovî ji kombûn û girseyê rizgar dike û wan vediguherîne civakek ku di nav wan de yekitiya hest û ramanê heye... Ji ber vê yekê ziman mîras û amûra herî mezin e ku şexs, tekekesê dike endamê civakê.  Ku ev amûr baş bikar neyê, biyanîbûna mirovan ji civaka ku tê de dijîn, jî tîne. Ji ber ku mirov dikare jiyana xwe bi zimanê xwe adapteyî civaka ku tê de dijî bike, yanî bibe endamê civakê, ji ber ku bêyî ziman mirov ji civata xwe dûr dikeve. Bi xêra ziman mirov çand, bawerî û nirxên wê civakê didomîne. Ev yek bi ziman dikare derbasî nifşan bibe.

Ziman bingeha hemû çanda mirovatiyê ye û civaka mirovatiyê diafirîne. Civakên ku qedrê zimanê xwe nagrin, bi demê re dê di bin esareta çandên din de bimînin û çandeke biyanî wê şûna çanda wan bigre.

Ziman yek ji hêmanên, bingehên herî girîng yên çandê ye. Bi vê helwestê re, ziman xwedî erka temsîlkirina hemû kombûnên di nava çanda civakê de ye. Adetên rojane, hêrs, şahî, dawet û şîn bi ziman têne vegotin û pênasekirin, îzehkirin. Ji ber vê fonksiyonê, di navbera ziman û çandê de pêwendiyek neçarî, mecbûrî heye. Ji ber vê sedemê jî ziman û çand di nav hevdû de ne. Berhemên hunerî yên ku bi ziman hatine afirandin, li gorî qadên din, mijarên din hilgirên çandê yên taybetî û diyartir in.

Ziman derbirîna awayê fikirîna yekî dest nîşan dike, bê ziman fikir, hizir nayê vegotin. Tiştê ku divê her ciwan û ciwanik bala xwe bidê ew e ku bi zimanê xwe yê zikmakî hizra xwe bigre û bi hişmendiya netewebûnê tevlî civaka xwe bibe û tê de mezin bibe. Heger ev neyê kirin, pêvajoya avakirina neteweyan pêk nayê. Neteweyên ku zimanê xwe diparêzin, pêşeroja xwe jî diparêzin.

Fêrbûna ziman bi hawîrdora civakî/çandî ve girêdayî ye. Ne mimkûn e ku zarokek bêyî hawîrdoreke civakî û zimanî, zimanekî bi dest bixe. Bi gotineke din, têkiliya zimanî bi hebûna çarçoweya civakî/çandî pêk tê û qîmetê distîne.

Em çend tiştan jî li ser netewebûyinê de tesîra edebîyatê û bi taybetî tesîra romanê bikin.

Bêşik nivîskar di nivîsandina berhemên xwe de azad in, berî her tiştî ew tiştên ku jê îlham distîne dinivisîne, yanê ew ji bo xwe dinivîse. Ev qaîdeyek giştî be jî, bi dîtina min dema nivîskarên kurd berhemên xwe yên edebî dinivîsînin, divê haya wan, ji rewşa zimanê xwendevanên wan hebe. Ji ber ku yên berhemên wan bixwînin kurd in.

Ev qaîdeyek nebe jî (ji ber rewşa zimanê kurdî) di edebiyat, helbest, huner û şanoyê de berhemên ku bigihêje girseyê (kîtleyê) divê bi zimanekî ku gel jê fam dike, bên nivîsin, hem ji bo hişyarkirina gel hem jî ji bo parastina berheman. Ji bo mayîndebûna berhemên çandî yên nivîskî ku ji rabirdûyê heta îro hatine veguhestin û ew ê îroyê bigihîne dahatûyê. Faktora herî girîng ew e ku ew bi zimanekî têgihîştî, sade û ji aliyê raya giştî ve tê gotin bên nivîsandin. Hin taybetmendiyên hevpar ên romanên ku hestên netewî li ba xwendevanan bilind dikin ev in;

 1. Divê roman bi zimanê zikmakî bê nivisîn.

2. Bilêvkirina pirsgirêkên civakî û şexsî ya aîdê wê cografyayê be.

3. Bi hestên romantîk hezkirina welat û neteweyê geş bike.

4. Bi sempatî nêzî nirxên neteweyî bibe.

Ji ber ku hêmanên ku civakê pêk tînin û civakê dikin netewe, bêguman taybetmendiyên wê ne, nirxên wê yên madî û manewî ne.

Çand, ziman û wêje nirxên sereke ne. Ev nirx netewê ava dikin

Ji bilî vê, ew netewê bi hev re digire û paşerojê wê netewê vediguhezîne pêşerojê. Çand, ziman û wêje girêdayî hevdu ne, ew serbixwe nayê fikirîn û îzehkirin. Têkiliyek wan a pir gur û xurt heye ku ew bi hevûdu ve girêdayî ne. Berhema wêjeyê ziman e û di heman demê de ziman çandê hildigre. Lêbelê, edebiyat herdu ne jî yanê hem çand hem jî ziman e. Beriya her tiştî parastina zimanê dayikê parastina dewlemendiya mirovahiyê ye. Nirxên çandî yên netewî, şertên netewe bûyinê ne. Berhemên wêjeyî yên bi zimanê wê netewê hatine nivisîn delîlên nerm û bedew yên dîrokê ne, parastina ruhê wê neteweyê ne. Bi gotineke din, ziman û edebîyat ew bi hevdu ve girêdayine û hevûdu xwedî dikin.

Ji ber ku edebîyat hem neynika dîrokê û hem jî karakterê miletekî ye, em dikarin taybetmendiyên jîyana neteweyekê di edebiyatê wê de bibînin. Edebîyat nirxên herî baş ên neteweyê nîşan dide û wê ji nifşekê  vediguhêzîne nifşekê din.

Loma em dikarin rabirdû, nirx û taybetmendiyên miletekî di wêjeya wî de bibînin. Edebîyateka xurt û tekez dikare nifş bi nifş nirxên netewî û manewîya neteweyekê biparêze û wê bilind bike.

Di vê çarçoveyê de edebiyat faktora herî girîng ya pêkhatina zimanê dayikê û karakterê neteweyekê ye. Edebîyat di şiyar kirina hişmendiya netewî de amûrek girîng e. Berhemên edebî bi radeyeka bilind karaktera neteweyî nîşan didin û di warê manewî de bandorê li kesan aîdê wê netewê dikin. Berhemên edebî yên li gor standartên edebîyata dinyayê hatine nivisîn dikarin di nav civata xwe de fikir û zîhnîyeta netewî ya hevpar pêk bînin. Berhemên edebî bi taybetî jî romanên edebî di sazkirina nasnemeya netewî de  bandoreka mezin li civata xwe bike.

Bi kurtî edebîyat û bi taybetî romanên ku bi zimanekî edebî hatine nivisîn, di netewe bûyinê de roleka giring hildigre ser milê xwe.

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin