Di roja dawîyê de jî Ekmen, xebatên xwe domandin
Çalakîyên Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê M.Feyyaz Ekmen di 30ê Adarê di roja dawî de li Batmanê li gelek ciyan pêk hat.
A+A-
Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmen bi ekîba Batmanê ya xebata hilbijartinê ya herêmî û bi beşdariya Endama Meclîsa Ewrûpayê ya PAK Swêdê Roza Kurdî,, îro serdana sîteya Marangozan kir.
Ekmenî rojek berîya hilbijartinê, xwe bi esnafan da naskirin û belavok belav kirin.
Namzetê serbixwe Feyyaz Ekmen yek bi yek silav da xebatkaran û rastî pêşwaziyeke gelekî germ hat.
Namzetê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê Feyyaz Ekmen û ekîba xwe dûre çûn AVM ya Batman Parkê û belavok belav kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin