Di rojekê de zêdetirî 4 hezar geştiyaran serdana Çiyayê Korekê kir

Di rojekê de zêdetirî 4 hezar geştiyaran serdana Çiyayê Korekê kir

.

A+A-

Çiyayê Korekê yê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Herêma Kurdistanê, tenê di rojekê de pêşwazî li zêdetirî 4 hezar geştiyaran kir.

Rêveberê Kargêrî yê Çiyayê Korekê Hisên Elî ragihand ku her sal bi barîna befrê re, gelek geştiyar serdana çiyayê Korekê dikin. Di dawiya hefteyê bi taybet jî di rojên taybet ên bêhvedanê de gelek kes serdana Çiyayê Korekê dikin.

Hisên Elî da zanîn ku li çiyayê Korekê 132 xaniyên geştiyarî û hotel hene ku 64 odeyên wan hene, lê ji ber hatina hejmareke zêde ya geştiyaran cih namîne. Tenê roja Înê zêdetirî çar hezar geştiyaran serdana Çiyayê Korekê kiriye daku demeke xweş derbas bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin