Di ser Destana Pirdê re tam 7 sal derbas bûn!

Di ser Destana Pirdê re tam 7 sal derbas bûn!

.

A+A-

Tam 7 sal di ser derbkirina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî yên li Kerkûkê di 20ê Cotmeha 2017ê de ji aliyê Pêşmerge ve li bajarokê Pirdê yê Kerkûkê derbas dibe.

Hêzên Iraqî ku di 16ê Cotmehê de navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê û Kerkûkê bi dest xistin, dema ku bi piştevaniya Îranê ber bi Hewlêrê ve diçûn, rastî berxwedaneke tund a Pêşmerge hatin. Li gel êrîşên dijwar jî Hêzên Pêşmerge rê nedan ku derbasî Pirdê bibin.

Tankên Abrams ên Amerîkayê yên ku ji bo li dijî DAIŞa rêxistina terorê bên bikaranîn jî di êrîşa Pirdê ya Heşdî Şeibî de hatin bikaranîn. Lê Hêzên Pêşmerge ev tank rûxandin û êrîş şikandin. Berxwedana destana Pirdê li Mahmudiye, Sihela, Mahmûr û herêmên din serkeftin bi xwe re anî.

Êrîşa artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî bo ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di 16ê Cotmeha 2017ê de bi berxwedana Pêşmerge li Pirdê bidawî bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin