Di ser Erdheja Mereşê re 2 sal derbas bûn

Di ser Erdheja Mereşê re 2 sal derbas bûn

.

A+A-

 6ê Sibata 2023yan li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên mezin çêbûn.

Îro do ser erdhejên Mereşê re 2 sal derbas dibin.

6ê Sibata 2023yan demjimêr 04:17an erdhejek bi hêza 7,7 pileyan çêbû ku navenda wê navçeya Bazarcixê ya Mereşê bû.

Heman rojê demjimêr 13:24an jî erdhejeke din a bi hêza 7,6 pileyan çêbû û navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê bû.

Her du erdhej ji bilî Mereşê li Semsûr, Riha, Dîlok, Meletî, Amed, Xarpêt, Kilîs, Osmaniye, Hatay û Edeneyê bûn sedema wêraniyên mezin.

Her wiha bandora erdhejan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Reqa, Îdlib, Heleb, Hema, Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê zêde hat hîskirin, gelek xanî û avahî jî hilweşiyan.

Li Tirkiye, Sûriye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê 62 hezar kes mirin. 

Li gorî amarên fermi yên Tirkiyeyê, tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Piştî erdehan, Tirkiyeyê di asta çarem de hişyarî da ku alîkariyên navneteweyî jî li xwe digirtin.

Li ser vê yekê ji 93 welatan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmên erdhejê beşdarî xebatan bûn.

Erdhejên 6ê Sibatê li ser rûbereke 120 hezar kilometre çargoşeyî rasterast bandor li 14 milyon mirovan kir.

Erdhejan li 11 parêzgehan, 124 navçeyan, 6 hezar û 929 gund û taxan wêraniyên giran li pey xwe hiştin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 roj şîna neteweyî hat ragihandin û li herêma erdhejê jî biryara rewşa awarte hat wergirtin.

650 hezar personel beşdarî xebatan bûn

Li herêma erdhejê 11 hezar û 488 ji wan navneteweyî bi giştî 650 hezar personel beşdarî beşdarî xebatan bûn.

Her wiha li herêmê 20 hezar wesayît û makîneyên kar, 141 helîkopter, 182 balafir û 23 keştî ji bo alîkariyan tevlî xebatan bûn.

Bajarên kon û konteyneran

Li aliyê din, li 11 parêzgehan ji bo 2,5 milyon mexdûrên erdhejê 350 bajarên konan hatin avakirin û 650 kon hatin danîn.

Her wiha ji bo 707 hezar mexdûran jî 428 bajarên konteyneran hatin avakirin û 220 hezar konteyner hatin danîn.

Li gorî Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê, li herêma erdhejê 2 milyon û 381 hezar û 888 apartman û 6 milyon û 612 hezar û 685 beşên serbixwe di erdhejê de zirar dîtiye.

Li gel ku 2 sal derbas bûne jî heta niha bi sedhezaran mirov li konteyneran dijîn.

Serokê Şaredariya Semsûrê ragihand ku tenê li Semsûrê 56 hezar kes li konteyneran dijîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin