Di ser wefata Seîdê Kurdî de 61 sal derbas bû
.
Di ser wefata siyasetmedar û zanyarê Kurd Seîdê Kurdî de 61 sal derbas bû. Seîdê Kurdî piraniya jiyana xwe li sirgûnê derbas kir. Seyda Mele Sêîd tevlî şerê cîhanê yê ewilî bû û li hemberê Rûsan şer kiribû. 2 sal di destê Rûsan de dîl mabû û dageriyabû welatê xwe.
Di dewra Siltan Ebdulhemîd de xwestibû zankoyekî li bajarê Wanê weka hemdemê Zehra ya Misrê bê avakirin û şaxekî li Bedlîsê û şaxa dinê li Amedê bê danîn. Lê Ebdulhemîd daxwaza Seîdê Kurdî qebûl nekiribû.
Bi dagera Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ji Medînê ya di sala 1908 an de bo Îstenbolê ku 26 salan li sirgûnê mabû, Rêxistina Kurd Taawun û Terraqiyê bi hevre ava kiribûn. Bi heman navê rojnameyekî weşandin. Paşî piştevaniya rêxistina Hêvî, rojname yên Rojî Kurd û Hetawî Kurd kir. Di avakirina Rêxistina Tealiya Kurdistanê de bi Seyîd Abdulqadir û Emîn Alî Bedirxan re ciyê xwe girt. Di kovar û rojnama Jîn ê de gelek nivîsan nivîsand.
Di sala 1959 an de seredana zîndaniyên Kurd yên 49 kesan li Îstenbolê kir lê dewletê pêşî lê girt nehişt xwe bigihîne heya Zîndana Herbiyê ya ku Kurd tê de diman.
Ew, li bajarê Îspartayê li sigûnê bû bi taybetî piştî tevgera Azadiyê ya Şêx Seîdê Pîran. Gelek cara hatiye girtin û jehrê danê û hatiye darizandin.
Seîdê Kurdî piştî temenê wî zêde dibe, di sala 1960 an de ji Îspartayê direve û diçe bajarê Rihayê bajarê Hz. Îbrahîm. Wê wextê 82 saliye ji ber seyda di sala 1878 an de li Hîzana bi ser bajarê Bedlîsê de hatiye dinyayê.
Dema tê bajarê Rihayê hukumeta Ednan Menderes pê dihise û dixwaze car din wî vegerîne bajarê Îsparta yê Anedolê. Kurdî li Otêla bi navê İpek Palasê de bicîh bûye. Wan rojên li Rihayê dimîne ji aliyê parêzerê bi nav û deng ku di sala 1965 an de bû serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê Fayîk Bucak de tê pêşwazîkirin û Bucak heya wefata wî dev jê bernade.
Cenazê Seyda Mele Seîdê Kurdî an di wê wextê de bi navê Mele Seîdê Meşhûr dihat binavkirin, li pêşiya şikefta ku Hz.Îbrahîm tê de hatiye dinyayê defin dikin.
Di 27 ê gulana sala 1960 an de li Tirkiyê derbeyeka leşkerî çêdibe û cenazê seyda dixin helîkopterekî û ji Rihayê dibin ciyekî nediyar. Bo karibin cenaze bibin, birayê Seîdê Kurdî Mele Evdilmecîd ji bajarê Konyayê dibin Rihayê û jê îmze distînin da cenazê Seyda bibin ji ber Kurdî ne zewicî bû û zarokên wî nebûn. Warisê Seyda birayê wî bû. Leşker cenazê Seyda derdixin û di roja 12 ê tîrmeha sala 1960 an de dibin ciyekî nediyar. Berdevkê artêşa Tirkiyê ya wê wextê Alpaslan Turkeş bû û pileya wî albay bû.
Çawa ciyê gora Şêx Seîd, Seyîd Riza, Elîşêr û gelek mezinên Kurdan ne diyarin her weha yê Seîdê Kurdî jî diyar nîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin