Di teqîna li Bender Ebasê de 18 kes mirin, 3 ji wan Kurd in

Di teqîna li Bender Ebasê de 18 kes mirin, 3 ji wan Kurd in

.

A+A-

Li Bendera Şehîd Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Huzmuzgana Îranê teqîneke mezin çêbû.

Aliyên pêwendîdar ragihand ku di teqînê de 18 kes mirine ku 3 ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Her wiha ji ber teqînê 750 kes jî birîndar bûne ku herî kêm 300 ji wan li nexweşxaneyan hatine razandin.

Medyaya xwecihî ya Îlamê navên 3 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê belav kirin ku di teqîna li başûrê Îranê de mirin.

Li gorî medyaya xwecihî, kesên ku mirine Eyûb Derwêş Niya û Eyûb Hewasî şêniyên gundê Baba Gîr in.

Her welatiyekî din ê xelkê Îlamê yê bi navê Ebdilrehman Pîrheyatî di teqînê de miriye.

Li gorî nûtirîn agahiyan 18 kes di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û 750 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Karê Navxwe yê Îranê ragihand ku ji ber giraniya birînên wan herî kêm 300 kes li nexweşxaneyan hatine razandin.

“Egera sabotajê kêm e”

Berdevkê Birêvebiriya Krîzan a Îranê Husên Zaferî destnîşan kir, dibe ku teqîna li benderê ji madeyên kîmyayî yên di konteyneran de çêbûbe û got:

“Hişyariyên ku berê hatine kirin, egera sabotajê kêm dikin, ji ber ku ev hişyarî berê jî hatibûn kirin.”

Şirketa Neteweyî ya Berhemên Petrolê û Belavkirina Rafîneyan a Îranê jî di daxuyaniya ku piştî teqînê daye de destnîşan kir ku tesîsên petrolê yên li herêmê ji teqînê bi bandor nebûne û da zanîn:

“Tu pêwendiyên teqîn û agirê li Bendera Şehîd Recaiyê bi rafînerî, tankên sotemeniyê, kompleksên belavkirinê û boriyên petrolê ve nînin.”

Îsraîlê îdia red kirin

Li gorî medyaya Îsraîlê, rayedarên Îsraîlê radigihînin ku pêwendiya wan bi teqîna li Bender Ebasê ya li ser berava Kendava Besrayê nîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Marîvê ya Îsraîlê, rayedarên artêşa Îsraîlê îdiayên ku pêwendiya wan bi teqînê re heye red dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin