
Di xwenîşandanên CHPyê de maketa Şêx Seîd hat daliqandin
.
Hinek xwenîşanderên CHPyî di xwenîşandanên dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de maketa Rêberê Kurd Şêx Seîd daliqandin.
Her wiha hinek ji wan jî di pankartên xwe de daxwaz kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bê daliqandin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adara 2025an di operasyonekê de bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat destserkirin û 23yê Adara 2025an ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Îmamoglu piştre ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji karê xwe hate dûrxistin.
Ji yekem roja desteserkirina Îmamoglu û heta niha xwenîşandan û nerazîbûnên CHPyiyan berdewan in.
Lê belê di wan xwenîşandanan de hinek xwenîşander dijayetiya Kurdan dikin û heqaret li nirx û rêberên Kurdan dikin.
Her wiha pankartên li dijî Kurdan bilind dikin û sloganên ku heqaret li rêberên Kurdan dikin dibêjin.
Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî belavbûne, êvara çarşemê komeke Kemalîst û netewperest di xwenîşandanên li bajarê Enqerê yê Tirkiyeyê de Rêber û Pêşengê Kurd Şêx Seîdê Pîran kir armanc û maketa ku wêneyê wî bi benekê ve daliqandin ku 29ê Hezîrana 1925an li Amedê di serdema desthilata CHPyê de hatibû sêdaredan.
Lê xwenîşanderên netewperest bi vê yekê jî ranewestiyan.
Di hinek pankartên û dirûşmên xwe de çêrî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî kir û xwestin ku li Îmraliyê bê îdamkirin.
Her wiha heqaret li Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî kirin û dirûşmên li dijî wî gotin.
Belavbûna dîmenên xwenîşanderên CHPyî di nav Kurdan de bûn sedema nerazîbûnan.
Hejmareke zêde ya bikarhînerên medyaya civakî ji CHPyê daxwaz kir ku kesên dijayetî û heqaret li Kurdan û rêberên wan kirine bên dîtin û derbarê wan de karûbarên yasayî bên destpêkirin.
Ne tenê xwenîşander lê di asta bilind de jî hinek berpirsên CHPyê dijayetiya Kurdan dikin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş jî di mîtînga CHPyê ya li Stenbolê de Kurd kiribûn armanc û ji bo ala Kurdistanê gotibû “paçik”.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin