Di yekemîn salvegera koça dawiya wî de Mistefa Gazî hat bibîranîn

Di yekemîn salvegera koça dawiya wî de Mistefa Gazî hat bibîranîn

Bi hilkefta yekemîn salvegera wefata wî, îro di demjimêr 11.30an de şandeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê digel malbat û nas û dostên wî, çû ser gora Seyda Mistefa Gazî (Mistefa Pakdemir) û ew bibîr anî.

A+A-

Nivîskar û mujîkjen Mistefa Pakdemir ku di nav Amediyan de wek Seyda dihate nasîn, sala par, ji ber nexweşînekê, koça dawî kiribû.

Îro, di yekemîn salvegera wefata wî de, şandeke PAKê ya ku ji Cîgirên Serokên PAKê Nimet Mümtaz Aydin, Feyyaz Ekmen, Sait Aydoğmuş û Nurullah Timur û ji gelek endamên Rêveberiya PAKê pêk dihat, digel malbat û nas û dostên Seydayî, çûn li ser gora wî û ew bibîr anîn.

Bîranîn bi rêzgirtin û Fatîhayê destpê kir û Nivîskar û rewşenbîr Haydar Diljen axivî û behsa hevaltiya wî û hestiyariya wî kir.

Dûre Cîgirê Serokê PAKê Nimet Mümtaz Aydın behsa jiyana Seyda kir û got ew derwêşê çand û zimanê Kurdî bû.mgazÎ2.jpgmgazÎ3.jpgmgazÎ4.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin