Diakurd: Êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge pêşhateke metirsîdar e
.
Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) bi daxuyaniyekê, êrîşên PKKê bo ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, bi metirsiyeke mezin bi nav dike û ji PKKê daxwaz dike, rêz li îdare û serwerî û biryarên parlemento û hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê bigre.
Diakurd di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê yekane cih e ku ala pîroz a Kurdistanê tê de bi pêl dide û di asta navdewletî de hatiye nasîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destkefta hemû Kurdistanê wesf dike û destnîşan dike; divê hêzên parçeyên din ên Kurdistanê bi hestyarane li vê herêmê binêrin û partiyên rojhilatê Kurdistanê jî weke nimûne nîşan dide, ku ji bo berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, ti çalakiyeke çekdarî li dijî cîranan encam nadin.
Li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, Diakurd dibêje: “Rêkeftina navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şingalê, mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û heqê ti aliyekî çekdar tine ku gefê lê bixwe.”
Derbarê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê jî, ku çavkaniya qûta xelkê Kurdistanê ye û PKKê berpirsyariya xwe di teqandina wê de ragihandiye, Diakurd dibêje: “Teqandina boriya petrola Kurdistanê, destdirêjiya ser berjewendî û debara welatiyên Kurdistanê ye û bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin