Diakurd li Stokholmê civînek li gel hêzên siyasîyên Kurdistanî li dar xist  

Diakurd li Stokholmê civînek li gel hêzên siyasîyên Kurdistanî li dar xist  

.

A+A-

Rêveberiya Diakurdê, do (03.09.2022),  ji bo danasîna xebata xwe û berfirehkirina hevkariyê di gel aliyên Kurdistanî komcivînekê li gel nûnerên komîteyên partiyên siyasiyên Kurdistanî li Stockholm a  paytextê  Swêdê li dar xist.

Diakurd paş pêvajoyeke dirêj ya çar salan,  di 22/1/2022 kongra xwe ya damezrandinê pêk anîye. Diakurd di xebat û têkeliyên xwe de girêdayî nirxên neteweyî ye û rêzê ji îrade û serweriya Kurdên diaspora digire...

Di civînê de ev partiyên siyasî beşdar bûn;

Ji lêjneya Swêd a PDK,  Îsa Feylî û Omar Sindî, nûnerên HDK-Î Aware Jalalî  û Emîr Reşîdî, ji PYDKS / Yekîtî, Mistefa Mecîd, Ji Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK, Seval Mert,  Nimet Mumtaz Aydin û Nîhat Akar,

Li gel Serokê Konfederasyona Kurdên Diaspora Diakurdê Adnan Axcan, Sekreterê Diakurdê,  Welat Nehrî û berpirsê peywendîyên dîyaspora ya Diakrdê, Keya Îzol beşdar bûn.

Herwiha, Endamên encûmena şêwirmendan  ya Diakurdê,  Bilal Görgü,  Hishyar Tovî, Roza Kurd di civînê de amade bûn.

Civînê, bi rêzgirtina cangoriyên doza azadîya Kurdistanê destpêkir. Piştre serokê DIAKURDê  birêz Adnan Axacan li ser xebat û armancên Diakurdê agahdariyek berfireh da beşdaran.

Birêz  Adnan Axacan got ku, Diakurd rêxistinek sivîl  û demokratik e.  Prensib  û nirxên bingehîn a DIAKURDê parastina  ala û nirxên Kurdistanî ye. Em kurdên li derveyê Kurdistanê dijîn, hewceye ku nûnertiya kurdên li diaporayê bikin.

Adnan Axacan di berdewamîya axaftina xwe de dîyarkir ku, piştî Referanduma Kurdistanê di 25/9/2017  û piştî îxaneta 16ê oktoberê  xebat ji bo avakirina  rêxistinekê  ji bo bihêzkirina dengê Kurdistanî li diasporayê hat holê,  loma jî di sala 2018 an de, bi inisîyativa Federasyona Swedê konferansek  ji bo damezrandina konfederasyonekê li Stockholmê hat li darxistin.

Adnan Axacan got ku, xebatên Diakurdê ew e ku em kurd xwe li Diasporayê biparêzin, lobiya kurdan xurt bikin, pêwendiya li welatên ku em lê dijîn berfirehtir û dostan bêhtir bikin, piştîvaniya xebata li Kurdistanê bikin.

Piştê axaftina Adnan Axacan, Nuwênerên partîyan gotin ku,  ew piştgiriya  xebata Diakurdê dikin. Û her weha daxwaz kirin ku hevkarî di navbêna rêxistinên kurdên Diaspora de xurt be.
Herwiha sipasê Diakurdê kirin ku wana di derbarê kar û xebatên xwe de agahdar kirine. Û ji Diakurdê re daxwaza serkeftinê kirin.

Diakurd paş pêvajoyeke dirêj ya çar salan,  di 22/1/2022 de li Stokholm a paytextê Swêd, bi beşdarîyeke berbiçav kongra xwe ya damezrandinê pêk anîye.

Rûpela Nû/Stokholm-Swêd
03.09.2022

1-289.jpg2-327.jpg3-301.jpg4-244.jpg5-185.jpg6-134.jpg7-100.jpg8-084.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin