Dîaspora kurd bi yek deng û yek helwest li seranserê Ewropa li ser lingan bûn
.
A+A-
Roja 01.10.2022ê dîaspora kurd bi yek deng û yek helwest li seranserê Ewropa li ser linganbûn. Kurdistanî ji bo şermezarkirina kiryarên rejîma dagirker a Iranê û piştgirîya Raperina Rojhilatê Kurdistanê û Îran ê, bi yek deng û yek helwest li qadan bûn.
Do li seranserê Ewropa bi cihên wek Helsînkî, Stokholm, Kopenhagin, Koln, hamburk û Brukselê li hember Rejîma diktator a îranê bi 10 hezaran kurdistanî meş û xwepênîşandanan li darxistin.
Di van çalakîyên li welatên Europa da, endam û piştgirên partîya Azadîya Kurdistanê-PAK jî bi xuşk û birayên xwe yên Rojhilatî re di heman hest û helwestî de kiryarên dewleta dagirker yên namirovane rûreş kirin.
Rûpela Nû/Ewropa
01.10,2022
Hinekî dîmenên xwepêşandanên do
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin