Dibistana Bilind ya pîşeyî li Gimgimê (Varto) vebû
.
Li navça Gimgimê (Varto) ya bi ser bajarê Mûşê, dibistana Bilind ya pîşeyî ku avahiya wê ji aliyê karsaz Gıyasettin Bingöl de hat avakirin, bi merasimekî vekirin.
Di dibistana bilind de 15 sinif, hinek beş hene û wê bi labaratuaran dest bi perwerdê bikin. Karsazê ji Gimgimê yê bi navê Gıyasettin Bingöl di sala 2021an de dest bi avakirina avahiyê kir, li ser 3 donumiye, dibistan 3 qate. 15 sinifên wê hene, 9 rêvebir,17 mamostên akademik, 657 xwendekarên wê hene.
Deseteka lezgîn ya dibistanê heye, xizmetên dermansazî tê de heye, optisyenî, ewlehiya taybet ya parastinê, rêvebiriya sporê an ku werzişê, 4 heb labaratuar û salona konferansê tê de hene.
Di bernama vekirina dibistanê de karsaz Gıyasettin Bingöl Ballı, behsa erdheja Gimgimê (1966) kir ku di bin enqazan de 2 seet maye û weha dewam kir:
“Me dibistana seretayî bi zahmetî xwend. Li gor reqemên fermî di erdhejê de 2.859 kes mirine û zarokên mayî dewletê wan da xwendin. Ez jî yek ji wan im. Sal 1973. Li ciyê dibistanê aşekî hebû. Ez nûh ji gund hatibûm. Cara yekem min elektrîkê dît. Dema min dîreka elektrîkê dît, min seetekî lê bihêrt. Roja dinê em ê bikevin ezmûna YİBOyê. Kurmamê min jî li mala aşvan dimîne. Rewş gelek nexweş bû. Ez jî wê rojê cem kurmamê xwe mam.
Me heya derengê şevê xeber da. Serê siba em ji ezmûnê re dereng mabûn. Em bi bazdan çûn dibistanê. Mamê min ê rehmetî li derê dibistanê li benda me bû. Ez ketim ezmûnê û min qezenc kir. Em 13 kes ketibûn ezmûnê lê yên din qezenc nekirin.
Piştî 51 salan xwedê kir nisîb ku ez li ser ciyê aşê dibistanê ava bikim. Xwendevan wê li vê derê, xeyalên xwe bicîh bînin. Wê ji perwerdê re bibe destekekî mezin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin