Dijberîya Sûrîyê gundê Nêrb kontirol kir
Dijberîya Sûrîyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Riwangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belav kirîye, komên dijberîya Sûrîyê bi piştevanîya Tirkîyê karîn dest danin ser 4 gundan ji wan jî gundê Nêrb a başûra rojhlata Îdlibê.
Li gor Riwangehê, di beranber de jî artêşa Sûrîyê karî di dema dû rojan de dest dane ser 11 navçeyan li başûra Îdlibê .
RIwangehê belav jî kirîye, ku ji encama êrîşên artêşa Tirkîyê li ser bajarokê Seraqib, 9 serbazên artêşê hatin kuştin.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di şerê kontrolkirina Nêrbê de jî 11 serbazên artêşê û 26 çekdarên dijberîyê hatîne kuştin.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin