
DILKURD: "21ê Sibatê Bi Tenê Bi Pîrozkirinê Nabe, Divê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê"
.
Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) bi minasebeta 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyaniyek da. DILKURD di daxuyaniya xwe de bîr xist ku UNESCO di 17ê Mijdara 1999an de ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, îro li seranserê cîhanê ev roj tê pîrozkirin, lê hin ziman wek Kurdî ne tenê bi pîrozkirinê lê bi têkoşîna gel hebûna xwe didomînin. Daxuyaniyê bal kişand ser ku zimanê Kurdî di dîrokê de rastî polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê hatiye û bikaranîna wê di warên perwerde, çapemenî, burokrasî û qadên giştî de hatiye sînordarkirin.
DILKURD diyar kir ku tevî ku îro li mal, kuçe û kolanan, di warê wêje û hunerê de axaftin, nivîsandin û strana kurdî berdewam dike jî, di saziyên perwerdehiyê de têra xwe piştgirî nabîne. Saziyê anî ziman ku zimanzanan jî hişyariyê didin ku nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî û statuya fermî, zimanê kurdî dixe bin xetereyê.
Di dawiya daxuyaniyê de DILKURD xwest ku dersa hilbijartî ya kurdî ya li hin dibistanên Tirkiyeyê heyî, bibe mecbûrî û statûya fermî bistîne.
Daxuyaniya Dilkurd li jêr e
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û Kurdî
UNESCOyê di 17ê Mijdara 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl kir. Îro 21ê Sibatê li seranserê cîhanê ji bo balê bikişînin ser girîngiya parastin û domandina zimanan tê pîrozkirin. Lê hin ziman ne tenê bi pîrozbahiyan, bi îmkan û têkoşîna gel jî hebûna xwe didomînin. Kurdî yek ji van zimanan e.
Kurdiya ku di dîrokê de rastî zilmê hatiye, li gelek erdnîgaran bi qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Sînordarkirina bikaranîna wê ya di perwerde, çapemenî, burokrasî û qadên giştî de, pêşketina kurdî asteng kiriye. Lê tevî hemû astengiyan jî gelê Kurd ji bo zimanê xwe zindî bihêle têdikoşe.
Îro li mal, kuçe û kolan, wêje û hunerê axaftin, nivîsandin û strana kurdî berdewam dike, lê di saziyên perwerdehiyê de têra xwe piştgirî nayê dayîn. Bi giştî ji aliyê zimanzanan ve gelek caran tê gotin ku tevî hemû qedexe û zextan zimanê kurdî ji holê ranebe jî, ji bilî perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bilî perwerdeya bijarte û nebûna statuya fermî, di bin xetereyê de ye. Ji ber vê sedemê divê mufredata dersa hilbijartî ya kurdî ya ku îro li Tirkiyeyê li hin dibistanên heyî hene, bi perwerdehiya mecbûrî, herçend be jî, bê guhertin û fermîbe.
Kurd îro li hemû cîhanê kevirê bingehîn ê têkoşîna nasnameyê ye. Nivîskar, rojnamevan, hunermend û aktîvîstên Kurd ji bo ku vî zimanî bigihînin siberojê kedeke mezin didin. Lê dîsa jî li gelek welatan wek mina Tirkiyeyê, mafê zimanê perwerdehiyê tune ye û ne xwediyê statuya fermî ye. Lê piraniya gelê kurd daxwaz dike ku zimanê wan ê zikmakî bibe xwedî statuyeke fermî.
Yekemîn hîndariya ku ferd bêyî destwerdanek ji derve ji dayika xwe û civaka ku dikeve nav, zimanê wî yê dayikê ye. Ji bo wî zimanê dayikê heq e. Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne, bi mirovan re têkiliyê deyne. Zimanê zikmakî veguhêz û nîşana herî girîng a hebûn, nasname û çanda civakan e. Civak bi zimanên xwe hene. Mafê zimanê zikmakî hem di çarçoveya mafê takekesî û hem jî di çarçoveya mafên kolektîf ên civaka ku tê de ye.
Divê roja zimanê zikmakî ne tenê ji bo kurdî ji bo hemû zimanan bibe bîranîn. Dema zimanek ji holê rabe, çand, dîrok, nêrînek cîhanê bi wî re winda dibe. Jiyana zimanan rasterast bi azadiya civakan ve girêdayî ye. Jiyana zimanê kurdî bi azadiya gelê kurd pêkan e.
Em dizanin ku çareseriya pirsgirêka kurd û misogerkirina aştiya civakî dê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rake. Bi vê minasebetê, her çiqas navek lê nekiribin jî ger pêvajoya ku îro hatiye destpêkirin, encameke erênî derkeve, bêguman dê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî ji holê rabin.
Bi vê munasebetê em piştgiriyê didin gavên ku ji bo aştiya civakî tên avêtin û dixwazin Tirkiyeyeke ku hemû zimanên zikmakî bi taybetî jî zimanê kurdî tê de bi serbestî bên axaftin, hînkirin û pêşvebirina wan pêk were.
Weke Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin û daxwaz dikin ku mafê herî xwezayî yê mirovî yê her kesî, mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî û danûstandina bi cîhanê re demildest bê bicihanîn.
21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê Li Hemû Zimanan Pîroz Be!
YEKÎTÎYA DILDARÊN KURDÎ
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin