Dîsa heman çîrok; dîn û watan
Serokwezîrê Tirk tevî wezîrên xwe seredana Kurdistanê kiriye
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di 17ê Mijdarê de tevî 5 wezîrên xwe ku di nav wan de cigîrê serokwezîr, Wezîrê Karûbarê Hundir û Wezîrê Belgirîyê hebûne û bi tevî Serokê Dîyanetê serdana bajar û navçeyê Kurdistanê Şirnex, Cizîra Botan û Geverê kirîye li wê serdana karargehên xwe yên leşkerî kirine, leşker birîfng dane wan. Li wê xwepêşandan li dar xistine; xwendekar, karkirên şaredarîyê ku şaredarî bi qayûm dihên îdarekirin û karmendên qaymeqamîyê û malbatên wan jî mecbûr kirine ku ew jî beşdarî xwepêşandinê bibin.
Binalî û wezîrên xwe ji xelkê re xwe xweş kirine; vekirina hin avayîyan kirine û camîyan vekirine. Binalî carna di axaftina xwe de gotinên bi kurdî "ser sera ser çawa" bi kar anîye, gotîye ; "hûn karin bi kurdayetîya xwe bi gurur bin lê cûdayayî li vê watanê nabe, ew hemû di bin alaya Tirk de dijîn, dînê wan, pêgemberê wan, dewlet û ala û watanê wan yek e." Û "rêxistina terorî" xistine hedefa xwe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin