Disney Plus derbarê Şingalê de rêzefîlmeke Tirkî belav dike
.
Yekemîn rêzefîlma televîzyona Disney+ ya Tirkî ya bi navê "Rev / Kaçiş" ku wê di 14ê Hezîranê de dest bi weşanê bike, behsa çîroka rojnamevanên di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de çûne Şingalê dike.
Platforma Disney Plus, yekem dîmenên ji rêzefîlma Tirkî ya bi navê "Rev" ku trajediya mirovahiyê ya li Şingalê û serpêhatiyên rojnamevanên çûne herêmê vedibêje, parve kir.
Di rêzefîlmê de ku lîstikvanê navdar Engîn Akyurek hem çîroka gilmê nivîsandiye û hem jî di rola sereke de cih girtiye, behsa bi rêya grûpeke rojnamevan rojnamevanên ketin di destê DAIŞê de behsa rewşa Kurdên Êzidî dike.
Fîlm ku ji aliyê “O3 Medya û Same Film” ve hatiye çêkirin, senaryoya fîlmê ji aliyê Alî Dogançay ve hatiye nivîsandin.
Dehênerê fîlmê Yagiz Akaydin e û lîstikvanên weke Engîn Akyurek, Îrem Helvacioglu, Aziz Çapkurt, Onur Bay, Leyla Tanlar, Aras Aydn, Levent Ulgen cih girtine.
Mijara filmê
Fîlma Rev; bi çîroka serdana wênegirê şer Mehmet û grûpeke rojnamevanên ji welatên cuda bo Şingalê dest pê dike.
Di rêzefîlmê de behsa wê yekê tê kirin ku koma rojnamevan ku bi dizî sînor derbas kirine, di encama serdegirtinê de ketine destê DAIŞê û paşê ka çawa direvin.
Rêzefîlma ku bi perspektîfek cûda li drama mirovî ya li herêmê dinêrê dê piştî 14ê Hezîranê tenê li Disney Plus were weşandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin