"Dîtina petrolê dê ji bo ciwanên me yên bêkar bibe derfet"

"Dîtina petrolê dê ji bo ciwanên me yên bêkar bibe derfet"

.

A+A-

Serokê Jûra Bazirganîya Şirnexê Osman Gelîş ragihand ku dîtina petrolê li parêzgeha Şirnexê dê ji bo ciwanên bê kar bibe derfetk ku karekê ji xwe re bibînin.

Saziya Neft û Petrol a Tirkiyê ragihand ku li bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê di navbera çiyayên Cudî û Gabar de piştî lêgerînan rêjeyekî zêde ya petrole hatiye dîtin û tê gotin ku bi safî 150 milyon yedegên petrolê lê heye û nirxê rezervê nêzîkî 12 milyar dolar e.

Pispor dibêjin dîtina 150 milyon bermîl yedegê petrolê li Çiyayê Gabarê bo herêmê geşedaneke girîng e û rola dê di nehiştina kêmasiya budceyê de hebe.

Serokê Jûra Bazirganîya Şirnexê Osman Gelîş beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa dîtina petrolê ji bo Şirnexê tê çi wateyê û dê çawa tevkariyê li pêşketina bajêr bike kir.

Osman Geliş destnîşan kir ku piştî dîtina petrolê bajarê Êlih ew bajar bi lez û bez pêş ket û got ku ew hêvî dikin ku ji bo Şirnexê jî bi heman awayî be.

Geliş diyar kir ku ji ber derxistin û veguhestina petrolê tê çaverêkirin ku li Şirnexê rêyên otoban bên nûkirin û welatiyên koçber bûne vegerin bajarên xwe û got: “Em slavên xwe yên germ ji Şirnexê bo Herêma Kurdistanê dişînin. Elhemdulillah em pir kêfxweş in, ev bereketa Xwedê ye. Herêma me hinekî li paş maye. Nêzî salek e ku Serokatî û Wezareta Enerjiyê li ser vê mijarê dixebitin. Lê di van 3 rojên dawî de germtir behstê kirin. Îro hem serokomar û hem jî Wezîrê Enerjiyê ragihandin ku li herêma me derdora 150 milyon bermîl petrol heye.”

Geliş diyar ku kalîteya petrola hatiye dîtin a herî baş e, wiha pê de çû: “Em ji ber vê yekê pir kêfxweş in. Hem ji bo pêşketina dewleta me û hem jî ji bo pêşketina herêma me gelek baş e. Gelek ciwanên me yên bê kar hene û em dixwazin ev bibe deriyeke nanpeydakirinê ji bo wan ciwanên me yên bê kar. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî dê di derxistin û veguhestina petrola ku hatiye dîtin de sûdê werbigire.Ji bo miletê me dê derfetên kar peyda bibe. Rêyên me dê baştir bibin, ev dê bibe alîkar ku pêşveçûnê çêbibe.”

Serokê Jûra Bazirganîya Şirnexê da zanîn ku berî ku petrol li Êlihê were derxistin rewşa wî bajarî weke ya Şirnexê bû, lê niha ew bajêr gelek pêş ketiye û got: “Ev ji ber petrolê ye. Em di wê baweriyê de ne ku dê li herêma me hîn zêdetir bên dîtin. Xwedê bila xêr û bereketa xwe bide herêmê. Ji bo miletê me, herêma me û dewleta me li ser xêr be.”

Geliş diyar kir ku wî bi xwe jî cihê ku petrol jê tê derxistin dîtiye û got: “Îro hem li Cûdî, hem jî li Gabarê û hem jî li Katoyê ji bilî dewlemendiyên binê erdê dewlemendiyên li ser erdê jî hene. Ev der jî navendeke geştiyariyê ye. Ez wisa difikirim ku herêma me dê hem bi dewlemendiyên binerd û hem jî bi dewlemendiyên ser erd pêş ve biçe. Em hêvîdar in ku gelê ku neçar maye gundê xwe terk bike, vegerin mal û warên xwe û jiyana xwe bidomînin.”

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin