Divê bêbextî li dîrokê neyên kirin
"Arkelogê bi nav û deng Austen Henry Layard di sala 1849 de buye mêvanê Êzdiyên li Ridwanê û ne kalikê John S. Guest e"3.
Min di pirtûka xwe ya sala 2000 de*1 bahsa hinek ji rêwîtiya ku, „lêkolînvanê Îngilîz Austin Henry Layard di cara yekê 1846 de hatiye başûrê Kurdistanê, li Huseyin begê Mîrê Êzdîxanê buye mêvan û cara dûduyan de jî di sala 1849 de çewa hatiye Bitlîsê , ji wirê jî çewa diçe Cizîrê , li kîjan serok û gundên Êzdiyan buye mêvan kiriye“*1.
Dest û hestên nivîskar û pismamê min Cevdet Tuku gelekî sax bin, ew î jî piştî wan agahdariyên min dabûn*1, kedeke mezin di ber nasîna kesayetî, rêwîtî û keda Austin Henry Layard û di pirtûka xwe*2, rûp.: 157-187 de berfere zelalkirine.
Siheta biraziyê min Aydin Aclan jî gelekî xweş be, ew î li ser kesayetî û malbata Austin Henry Layard û John S. Guest lêkolînkiriye û dibêje, „- Austen Henry Layard, ew arkelog bi nav û deng kû serbajara Împaratorya Asûri, Nînewa, ji bin erdê derxist û kû di sala 1849 hatibû gundê Ridwanê û bûye nîvanê milatê ezidîya, ne kalikê John Guest e, lê zavê kalikê wî ye (birêne rismê xwarê)“*3
“Kak Kemal, birayê Kemal, bav û kalê me hê gundîyê hev bûn. Wan tevlî hemû zahmetî û zora giran yekbûn û bi xîret bûn. Em jî dûh şopa wan dimeşin. Te kedek mezin ji bo ronîkirina dîrok û ola êzîdîya daye. Te gelek pirtûk nivisandine. Ez ji wan fêr bûm û feydeyek baş da min, gavê min dest bi nivisandina pirtûka xwe kir. Ez sipasî te dikim û ji te re xêr û xweşîye dixwazim. “Cevdet Tuku *
Çavkanî:
1 - Kemal Tolan, „HTÊzTRZ.“ Îro binavê: Dîroka Êzdiyan a di dokument û zargotinê de, izmir 2020, rûp.:25-26 û rûp.:45-50
https://www.facebook.com/stories/1684423831751644/...
2- Cevdet Tuku, “Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê”, Weşanên NA 2022 izmir .
3 Aydin Aclan, di e-maila 06.04.23 ji min ra şandiye de.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin