Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

DIVÊ EM BI GOTIN Û HELWESTÊN XWE RÊ LI HEV TENG NEKIN!

A+A-

Tûrenas (norolog) û psîkanlistê navdar Sigmund Freud dibêje: “Li kêmasî û şaşîyên xwe haybûn, famkirin û lêborîn xwestin, taybetmendîya mirovên ku bikaribin mejîyê xwe bişuxilînin e!’’.

Hevalno, dost û hogirno,

Hûn jî baş dizanin, em hemû di keştîya têkoşînê de, li hemberî pêlên hatin û çûyinê; di kûrahîya panavê (okyanûs) de, ji bo doza azadî û serxwebûna welat û miletê xwe, em hemû bi hev ra ji bo armancên sereke hewldidin, tevdigerin û di nav germaya pêlên tekoşînê de bi metod û cureyên xebatên cuda têdikoşin. 

Dîroka me, derbasbûyina me, ked û xebatên me, kêm zêde ne ji hev dûr in. Sebebên biserneketin û têkçûnên me jî, di bingehê de weke hev in. Di salên 1970yî de, temenê me yê biçûk, bêtecrubeyî, nezanî, xizanî û têrnegihiştîbûn bi sere xwe bingeha probleman bû. Gotin û nêrînên me yên wê demê ne li gorî bejin û qama me bûn. Çavkanî û zimanê sîyasetê yê wê deme, xwendin û şîrove kirina dinyê mixabin ne xwecîhî bû, îthal bû. Ji ber wan sedeman di demeke kin de me hêz û qeweta xwe, hebûn û sermaya xwe, enerjî û sînerjîya xwe li “pisîkê” suwar kir û me berê xwe da kadînê; an jî Binê Xetê û Ewropayê…

Pirs, pirsan tîne, bersîv derî li pirsên tûj û tal vedike. Ji bo wê jî, divê herkes derbasbûyîna xwe, helwest û sekna xwe, li gorî pîvanên haqanîyetê, li gorî ûjdana gelemperî û li gorî hûqûqa mirovahîyê binîrxîne, tevbigere û bibe paleyê peydekirina rêya çareserîyê! 

Em mecburin hevdû gohdar bikin û rê li ber aqilekî hevbeş û kurdî vebikin. Bi hestê tolhildanê, bi hest û karekterê hesûdîyê, gava em dijberîya hev bikin; em li hev heqaret û neheqîyê bikin, em rexne û nêrînên xwe yên cuda li ser hev, bi zimanekî jahrî, bi hestê dijmînatîyê ferz bikin, di navbera me de, ne hûqûq dimîne, ne exlaq, ne dostanî, ne jî pîvanên kesayetîyê dimîne. Bêhûqûqî rê li ber xirabîyan vedike. Em mecburin li gorî hûqûqa hevaltîyê, dostanî û hemwelatîya Kurdistanê tevbigerin, ji hev re, ji nêrîn û helwestên hev re rêzê bigrin.  

Divê em tu carî ji bîr nekin û ji xwe û ji derûdora xwe bipirsin: Me bi keda xwe, bi sekin û helwesta xwe, bi enerjî û sînerjîya derûdora xwe, ji bo serkeftin û pêşketinê me çikir, an me bi wan taybetmendîyên xwe, çiqas alîkarîya aşê xirabîyê kir. Me bi helwest û sekna xwe, bi ziman û pêwendîyên xwe, çiqas li xwe zêde kir, an jî, ji derdora xwe dûr xist? 

Berîya em van pirsan bipirsin divê em bi xwe re, bi derûdora xwe re, bi civata xwe re, li hevkirîbin. Lê ne weke ku fîl û gergedanên dikevin dukana zicacîyê, rê li ber xirabîyan geş bikin. Xirab kirin hêsane, lê avakirin û fedakarî zehmete; kêm zêde beşekî nifşê me ev êş bi hevra kişand û bûn şahide pêvajoyê. Bi kevirekî biçûk mirov dikare qesrên krîstal serûbin bike, mirov bi gotineke nedicîh de, dikare hevaltî û hûqûqa bi salan, binpê bike. Pirî caran ji ber ku mirov hevdû gohdar nake, cîhê ku tê de heqlîye jî, bi dijberîya gelemperî xwe neheq derdixe. Ji dewsa bi dara asê û xirab re mijûl bibe, agir berî daristanê dide. Ev karekterê hanê weke nexweşîyeke dîrokî, rêya diyalog û hevdû fahm kirinê xitimandîye.

Em dikarin bi dehan pirsên bi vî rengî li hev zêde bikin. Em dikarin bi hêsanî neheqî, bêbextî û dijmînatîya hev bikin û mixabin tê kirin jî. Ev helwest û karekterê bêbextîyê ne raste, li bejna me û derbasbûyina me nayê! 

Herkes dikare weke mûyê ji nav rûn tê kişandin, xwe ji derbasbûyina xwe dûr bixe. Lê ne raste, ne ehlaqîye û ne ûjdanîye. Sekin û dûrişmên me, helwest û tevgerên me, nêrîn û xwendina me, gotin û kirinên me divê lihevkirî bin. Divê karekter û kesayeta me, ked û xebatên me li gorî pîvanên welatparêzîyê bin. Ne ku em di kolanên sanal de, di taxên medyaya civakî de şûr li hev bikşînin…

Têkoşîn û dijberîya li hemberê dagirkeran erkê her kurdperwerî ye; lê geşkirina dijmînatî û fesadîya nav mala Kurdî, tawanbarîya herî giran û rûreşîya mezine. Hinek kesên bêberpirsîyar di kolanên medyaya civakî de rabûne heqaret û dijmînatîyê dikin. Bi salane di jiyana xwe ya rojane de, di nav “tîcaret” û sîmsarîyê de ne. Radibin heqaretan dikin… Dibêjin li mala xwe rûnên û bêdeng bimînin! Ev gotin û daxwaz, ne daxwaza welatparêza ye, ev daxwaza dagirkerane! Esat Oktay Yıldıran, di zindana 5 Nolî yê de, bi şev û roj dixwest ku em dev ji nirxên xwe berdin û daxwazên dagirkeran bicîh bînin. Ev helwest û gotinên nedicîh de mirov diêşîne. Mafê tu kurdekî tuneye ji kurdekî re bêje li mala xwe rûnî! Erk û wezîfa mîlîbûnê ewe ku, herkes li gorî zanebûn û qeweta xwe tevbigere, bi ked û xebata xwe, weke coyên avê, ber bi rûbar û demsalên jîyanê ve biherike û doza netewî geş bike.

Em baş dizanin ku her kurdekî dilsoz bi hişmendîyeke netewî tevdigere û bi hestên welatparêzî têdikoşe. Ji bilî misyoner û erkdarên xirabîyê, tu kurdekî niştimanperwer li hemberî zext û gefên nezanan de bê deng namîne! Herkes li gorî biryara xwe, bîr û bawerîya xwe; bi cesaret û egîtîya xwe, bi zanabûn û têgihiştina xwe, keda xwe xistîye nav keda doza Kurdistanê. Do jî wusa bû, îro jî wûsaye û wê sibê jî wûsa be. 

Ez naxwazim nivîsa xwe dirêj bikim, lê ew kesên ku di derbasbûyina xwe de, hevalbendîya refên xirabkirinê kirine, bi ked û malbata xwe xeta xirabîyê xurt kirine; îro mafê wan tuneye li welatparêzan heqaretan bikin. Di bin dorpêçkirin û enkazên pêncî salîyê de, hê jî li welat hinek kes, vekirî, bê tirs û bêqeyd û şerd, li doza Kurdî xwedî derdikevin; ev divê cîhê şanazîyê be. Em baş dizanin rewşa em tê de dijîn ne rewşek baş û asayî ye. Lê li welat du an sê kes jî gava bên cem hev û bejin: “Em ji bo mafên xwe yên miletbûnê têdikoşin û doza statuyek erdnîgarî û sîyasî ya welatê xwe dikin” hêvîyeke başe, cîhê rêzê ye.

Divê em li rê û rêbazên nû bigerin ku, wê hejmara kedkarên doza azadîyê emê çewa zêde bikin û di bin sîwaneke netewî de em bi hevra li dijî sîstema dagirkerîyê çewa têbikoşin? Pêwîstîya me bi aqilek hevbeş, bi hevkarîyek millî, bi hêzbûnek netewî heye. Ji bo bidestxistina wana jî zimanê dîyalogê dive çêker be. 

Kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li gel hemû kêmasîyên xwe jî, bi fedekarane, bêyî tu berjewendîyên şexsî, bi kujekî vî barî girtine û xebatê dikin. Helbete ku rexne û pêşniyarîyên dostane, çêker û biûjdan, li ser seran, li ser çavan. Lê belê, ewên ku rojekê jî tu fedekarîyê nakin, nakevin nav tu çalakîyan, alîkarîya tu dezgehan nakin, destê xwe naxin bin tu kevirî, di nav tu partî û dezgehan de naxebitin û li ser platformên sosyal medyayê, bi awayekî bêûjdanî êrîşan dibin ser xebatkarên doza azadîya Kurdistanê ez hewaleyî ûjdanê gelê me dikim.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin