Divê em Êzdî jî kêmasî û başiyên ku jiyana me guhastine nasbikin!
Kemal Tolan
Ez xwe zahf bextewarim dibînim, ku min karîbu bi guhirandina demê ra gelek veguhastinên paş û pêşxistina çanda Kurdî li Ewrûpa yê bivînim. Gelek ji we xwndevanên birêz jî dizanin, ji xwe tiştê ku heta vêga ji min hatiye, min di gotarên xwe da gelek caran bahsa van kêmasî û başiyên ku jiyana me ya gundan e û civaka me ya li diyasporayê guhastine kiriye.
Weke mînak:
Hûn dikarin ji kerema xwe ra binêrin, min hêja di sala 1994 de li ser babetê „QELEN Û ZEWACê(*1)“, di sala 2002 de li ser „Dawet, zewac Û jİn berdana Êzîdİyan (*2)“ ya li welat û di sala 13.05.2005 de jî li ser „HİNEK PİRSGİRÊKÊN HATİN Û HELANDİNA ÊZDİYÊN Lİ ALMANİYAYÊ(*3)” nivîsandiye.
Vêca, niha jî dixwazim dîsa li ser hinek veguhastinên ku çanda me paş anjî pêşxistine û bi taybetî jî yên li ser dawet û zewaca me Êzdiyan ya li Almaniya yê bînime ber çavên we xwandevanên birêz.
Li goriya dîtina min, hinek kêmasî û başiyên ku jiyana me ya gundane, bi taybetî jî yên rewşa civaka me ya li diyasporayê guhastine anjî paş û pêşxistine weha ne:
Veguhastinên baş:
- Rencberiya ji bo qelenê bavê keçan û birçîbunê nema ye.
- Keçik û jinên ku ji welat dianîne Almanya yê û ji bona peran bi hinek mêran ra dizewicandin ne mane.
- Aboriya kesayetî û malbatê pêşketiye
- Êdî, neferên malê zêdetir hiz ji bedena xwe dikin, gelek pêdiviyên xwe bi tenê dest dixînen, kes kêm destên xwe li ber hevûdinê vedikin, her kes bi dilê xwe dixo û vedixo, qedexên çuhin û hatina hinek deveran anjî ba hinek kesan tenê re rakirin.
- Cûdetiya di nava xwandina keç û lawan de gelekî kêm buye.
- Fersend û azadiya ku, qîz û xort li goriya dilê xwe hevûdinê bivînin, nasbikin û bizewicin gelekî zêdetir buye. (Mînak:
1 - http://www.youtube.com/watch?v=HS4qwFgPgVU&feature=related
2 - http://www.youtube.com/watch?v=0-radh9qkzo )
- Gelek sedemên ku dê û bav zewaca bêdil pêktînin radibin.
- Zewaca, bêdilê ciwanan û tenê di nav malbatên pismam û nasan de hêdî hêdî namîne.
- Gelek dê û bav qîzên xwe hew bi peran difiroşên û li dijî qelen standinê ne. (Spas ji bo wan hemû kesên ku pêşengiya vê serhildanê bi rûmet kirine û hêjî dikin.)
- Êdî, mahr birîna bûk û zavê ne tenê bi şadetiya dû nas anjî pisman û di odeyekê tê birîn. Niha gelek ji me mahra zarokên xwe, bi pirs û daxwaza vekirî û di nav berbûriyan de dibirin.
- Temenê zewacê mestir dibe.
- Zewaca ji jinekê bêhtir kêmtir dibe.
- Şerma lêxistinên amûrên mûzîkê rabuye û degera hûner zêde dibe.
- Êdî, bi sedan kesên Êzdî(ciwan, jin, mêr, zarok..) jî dikarin di rojên şahî û şînan de û bê hevçûn- şerderxistinekê bêne cem hevûdinê kombivin. (Mînakek: http://www.youtube.com/watch?v=BeXVdt5hCTI&feature=related )
- Gelek ciwanên me êdî bi rêbazeke zanebûn û rastiyê li gel hevûdinê rûdinin.
(Mînakek: http://www.youtube.com/watch?v=-TVmfPJvkV0&feature=related )
- Her keç û xortekî me li goriya zanîn û mecalên xwe aboriya şexsî pêşve dixîne.
- Hevaltiya ku keçek bi xortekî bidilê xwe ra bigere zêde dibe.
- Serdestiya mêr li ser jinê radibe.
-Hat fahmkirin ku olperestiya Ezdayetiyê jî li dijî zewaca bêdil e.
- Hate naskirin ku di Ezdayetiyê de jî hatiye gotin ku, gava zewac bi hezkirin û bi hurmet dest pêbike, wê jiyana meriv hêsantir û rûmeta meriv jî mezintir be.
- û hwd.
Veguhastinên ne baş:
- Şerme ku gelek kes hêjî di nav gemara eşîrtî û nezaniyê de têne gevizandin. Nahêlin ku çavên zarok û jinên wan vebe.
- Vêga hêjî hinek dê û bav nabînin, gelek ciwanên ku bêyî dilê xwe zewicîne dev ji perwerde, kar, mêr anjî jina xwe berdane, çûne gehîştine xerîban û pêwendiyên wan bi civakê re ne mane.
- Di nav gelek malbatan de êdî, neferên kulfetê malê kêm alîkariya madî û manewiyatê didine hevûdinê.
- Kêm kes êdî di dawet û cejnan de libas(cilk)ên Kurdî li xwe dike.
- Şert û mercên çuhin - hatina nav malên pismam û nasan kêm dibin.
- Neferên malbatê hindik hevûdinê dibînin û nasdikin.
- Di wexta hezkirênê de axaftin, xwandin û nivîsandina zimanê zikmakî ku Kurdî ye xerabtir dibe.
- Hêjî gelek ciwanên me hene nikarin bi fahmdarî li dijî tahdeyî û şaşîtiyan derkevin.
- Hezkirin û xwedî li derketina pîr û kalan hindik dibe.
- Zine, xapandina zewacê, jin berdana bi kêfî û xwedî lê nederketina zarokên ji zewacê dimînin zêdetir dibe.
- Stranên Kurdî yên ku di wexta bûk ji mal bavê derdixistin, traşbûna ser-ruyê zavê û kiras lêkiran bûkê bi devkî dihatine gotin û hinek lîstikên dîlanên çandî rabûne.
- Kes hew gelek curên dilanên Kurdî nasdike.
- Lêxistina hinek amûrên mûzîkê û stranên ku peyvên wan nayêne fahmkirin dîlanên Kurdî xeradikin.
- Gelek rêxstin, mal û komelên Kurd(Êzdî)an nikarin ji pirsgirêk û daxwaziyên ciwanan yên li ser naskirin û pêşxistina çanada Kurdî re xwedî derkevin.
- Gelek kevneşopiyên kevn winda dibin, her weha gelek peyvên kevn di jiyan û ferhenga nû de nayên anjî kêm têne bikaranîn.
Mînak: kêm kes dizane ka xwazgînî, şermrevandin, şîranî, ezepî, bûk siwarkirin, birina zavê ya ber darika zavetiyê, xemlandina darika zavetiyê ya li ser banî-xanî-ciyê bilind, cirîd avîtina hespan, nanê kulor û kevçiyê li destê dayîka kal(anjî xwesiyê), şikandina sewîlkê tije xwarinên şêrîn û li destê dayîka zavê, sêv avîtina serê bûkê, kêf û şahiya wexta zarokan xwe di avîte ser pere û xwarinên di nav sewîlkê hatî şikandî de, rola birazava çiye?
- û hwd.
Ji xwe min di gotareke xwe ya bi navê “Dİ ÊZDİYATİYE DE REFORMÊN Lİ GOR XWASTİN AN Jİ NE XWASTİNÊN ME ÇEBUYİ GELEK İN de jî gotiye, tu dîn, evd û rêxistin nikarin li hemberî buyerên ku li gorî dewran anjî xwezayî têne guhastin derkevin û ewê ji îro pêde jî nikaribin hinek guhastinen çêbivin rawestînin. Em tev jî dizanin ku Êzdiyatî dînekî xwezayiyê ye, reform jî ne bi gotinan tenê û ne li gor daxwaziya çend evdan çêdibin.“ (*4. Rûpel: 398).
Ez di dawiyê de dîsa dibêjim, şikir ji EZDA yê me ra ku, vê azadiya li vî welatê ku em niha tê de dijîn, hinekî fersenda jiyaneke serbuxwe da me.
Oldenburg, 22.11.09
Kemal Tolan
*Çavkanî:
1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZDIYA – Gulan 2606 hejmar 3 rûpel 18
2- Kemal Tolan, http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 îlon 2002
3- Kemal Tolan, www.pen-kurd.org/kurdi/kemal.../hinek-pirsgireken-helandina-ezdiyan.html
4 - Kemal Tolan, NASANDİNA KEVNEŞOPÊN ÊZDİYATİYÊ-430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ (ISBN 975-9010- 55) ve hatiye weşandin. 2006.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin