Divê em nasîna dewlemendiya dîroka Êzdîtiyê li hêviya belengazên Êzdiyan tenê nehêlin!
“Bi dîtina min, ji bo ku civatek karibe dînê xwe biparêze, gerek rêberên wê civatê yên dînî hebin. Lewmajî dibêjim: heta em xwendevan, zanên Êzdiyan bi xebat û bi famên xwe dewlemendiya dîroka Êzdiytiyê bi gelê Êzdî, ji berpirsyarên civatê yê dinê ra ronayî nekin, valeyî û derewçiyan baş nasnekin, heqê tû kes ji me tûne, bi hêsanî weke belengazên dûnavên Êzdiyan, li ser dîroka dîn û çanda Êzdiyan raweste.
Em dizanin, piraniyan nivîskar û lêkolînvanin ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine bi xwe ne Êzdî ne, berhemên wan jî, ji aliyên ilmê Êzdiyan ve jî pir qelsin. Piraniya van kovar û rojnaman ji ber ziman û remanên mîsyonerên biyaniyan, ji ber devê Êzdiyên dûnav yên belangaz hatine girtin. Mîsyonerên biyanî bi şexs ne çûne nava Kurdistana perçekirî de rewşa Êzdiyan ne dîtine. Ewan agehdariyên xwe ne ji serkaniya ilmê Êzdiyatiyê girtine. Geleka ji wan malûmatên xwe ji ber devê menfêatçiyên kurd û Êzdiyan bi rişwetê standine.
Ez hergav dibêjim, ji bo ku zarokên Êzdiyan jî karibin weke zarokên xelqê bi aqilmendî ji dîn û erkanên xwe re xwedî derkevin û van valeyên di dîrokê de heyî dagirin, dibê berî her kesî em Êzdî bi şexsê xwe gelekî xizmetê bikin û ji ola xwe re xwedî derkevin. Gerek em Êzdiyatiyê ne weke demên berê, li hêviyan dûnavên xwe tenê bihêlin. Pêwîste ev kesên ku dibêjin „em zanê Êzdiyatiyê ne“, bi dewlemendiya ilmê Êzdiyatiyê karibin çiqas Qewl û Duhayên li ser ola xwe, yên bi çîrokî û yên bi nivisandinê hatine gotin , dibin navekî serbixwe û azad de kombikin. Dibê komel û civatên Êzdiyan karibin bîr û baweriyên xwe,li gel hevûdin û dinava tevgera netewiya Kurdistanê de, bi rewşeke azad biparêzin.
Heger ne wiha be, wê pêşeroja Êzdiyatiya sibê , ji ya îro hîn gelekî bêtir telûketir be.”
Civat
Civata ku aqilmendên wê ne ji bona gelê xwe bin
Fersendê nedine xwandin, nêvîsandin û lêkolînan
Komikên wê nikaribin bi hevre hevakariyê bikin
Malbentên wê ji netewiya gelre xwedî dernekevin
îbadetxane, dibistan û mamostên wê tûnebin
Hefsûdî, fesadî û xezeb di navde gelekbin
Asteng û dawên wê ye kevnare ji ortê ranebin
Wexta qîz û xortên wê ne azad û serfirazbin
Hevalbend û dilêşên wê ne di kilekê de bin
Wê çewa xwe ji bela û qedan bi parize li Ewrupan
Nav û Dengê wê hetanî kengî bimîne li Cîhan
Bavê Şêran(Kemal Tolan)
07.06.98
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin